Li Zozanên Berçelanê, ku her sal festîvalên berxbirê lê tên kirin, bi hinceta ewlekariyê, dewleta dagirker, festîval qedexe kirin. Weke ku bibêje, ne ev ez û ne xelkê min qedexeya te nas nake,Berçelanê xwe bi rengê xwe yê xwezayê xemiland. 

Zozanên Berçelanê 18 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê bi xwe ne. Deşta Berçelanê û Gola Seyidxan ku li rojavayê wê ye, derdorê hê dixemilînin. Berçelan yek ji cihên ku mirovên herêmê bi hezaran salan e sewalên xwe lê diçêrînin û weke zozanan ji pezê xwe re bi kar tînin. Li ser serê Zozanên Berçelanê berf qet nahele. Di salên dawî de li vê derê festîvalên berxbirê dihatin lidarxistin. Bi hezaran mirovên xwecihî û yên biyanî her sal tevlî van festîvalan dibûn.

Berçelanê, bi kulîlkên xwe yên ji hezar cûreyî, bi ava xwe ya ji berfê diherike û bi golên xwe, mîna cihekî bihuştê îsal jî xwe xemilandiye. Mîna ku bi vê xemla xwe li ber hêzên dewleta Tirk serî rake.


‘Em ê her tim li vir bin’

Welatiyên ku her sal berê xwe didin Deşta Berçelanê, îsal ji ber qedexeyan neçar man li mala xwe bimînin. Gundiyan got, ji ber ku nikarin heywanên xwe bi têrkerî biçêrînin, berhem jî ji wan nayê û nerazîbûneke tund nîşanî polîtîkaya qedexeyê ya dewletê dan. Welatiyan qala rewşê kir û got, “Deşta Berçelanê mîna mala me ye. Em ti carî dest ji Berçelanê bernadin. Em Colemêrgî bi deşt û çiyayên xwe re yek in. Em her tim li vir bûn û em ê her tim li vir bin.” 


 ANF / COLEMÊRG