Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke, nerazîbûneke tund nîşanî berdana ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan da, ku li dijî siyasetmedarên Kurd plana sûîqestê dikir. Jelpke ji ANF’ê re axivî û got, biryara dadgeha Hambûrgê wê cesaretê bide MÎT’ê. 

 Darizandina ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan, ku têkildarî siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê agahî kom dikir û plana sûîqestê dikir, roja Sêşemê qediya. Dadgeha Bilind a Hambûrgê biryar da, ku ajan Sayan bi şertê ‘kontrola edlî’ ya 3 salan, bê berdan.

Dadgehê, belgeyên plana sûîqestê ya li dijî siyasetmedarên Kurd ji nedîtî ve hat û daxwaza dozgeriyê ya ji bo cezakirina bi 2 sal û 6 mehan cezayê girtîgehê zêde dît. Dadgehê ji bo biryara xwe jî îdîa kir, ku karê Sayan kiriye biçûk e û gefê li dewleta Elman naxwe. Her wiha îdîa kiribû, ku karê sîxuriyê yê Sayan profesyonel nîne.


Dadgeha Hamburgê peyama ‘dewam bike’ da MÎT 

Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke, nerazîbûneke tund nîşanî berdana ajanê MÎT’ê Mehmet Fatîh Sayan da. 

Jelpke mijar ji ANF’ê re nirxand û got, “Nebirîna ceza li ajanên MÎT’ê yên li Elmanyayê û berdana Sayan bi şertê kontrola edlî, bêçaretiya sîstema dadgeriyê ya Elman radixe pêş çavan. Ji ber ku heman sîstema dadgeriyê dixwaze cezayên giran li siyasetmedarên Kurd û komunîstên Tirk ên li Munchenê tên darizandin bibire. Tevî ku têkildarî van mirovan delîleke şênber a sûc nîne, dixwaze cezayê giran li wan bibire. Lê li aliyê din, tevî ku hate belgekirin ku Sayan ji bo MÎT’ê dixebite û plana sûîqestê kiriye, hatiye berdan. Ev yek, rewşeke tirsnak e.”


Şopandina muxalifan teşwîq dike

Parlamentera Partiya Çep diyar kir, bi vê biryarê re derketiye holê ku yekîneyên ewlekariyê yên Elman naxwazin li hemberî rejîma AKP’ê rabin û destnîşan kir, bi vê yekê re hîn bêhtir cesaret ji dewleta Tirk re hatiye dayin ku mûxalîfan bişopîne. Jeplke anî ziman, ku biryara li Hambûrgê peyama ‘dewam bike’ dide MÎT’ê û ev hişyarî da:

“Ji ber ku ajanên MÎT’ê tên berdan û bi serbestî tevdigerin, ji bûyerên biqewimin wê hêzên ewlekariyê yên Elman jî berpirsyar bin. Pêwîste, di êrîşeke gengaz a dijî siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê de ev xemsarî ji nedîtî ve neyê dîtin.” 


ANF/BERLÎN