Malbata Çakar jî 20 sal berê tevî 120 malbatan ji Êlihê koçberî bajaroka Sartusê ya navçeya Salîhliyê ya Manîsayê bû. Malbata Çakar li bajaroka Sartusê zeviya ji 8 donuman pêk tê kire kir. Endamên malbatê li zeviyê şitlên frengî, balîcan, îsot û sebzeyên din diçînin û darbara xwe bi vê yekê dikin. Îbrahîm Çakar, bal kişand ser zor û zexmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin û diyar kir ku bi kedeke gelek mezin tovên diçînin dibin berhem. Çakar, anî ziman ku tevî vê keda ku dane, li gorî berdala vê bi dest naxin û bi bihayekî gelekî kêm difiroşin. Çakar got, "Bazirgan jî hilberînên me gelek erzan û gelek caran bê pere digirin. Hilberînên em diçinin pere nakin. Em nikarin debara xwe bikin." Gulîstan û Rojîn Çakar ên diçin dibistanê jî piştî dibistanê alîkariyê didin malbatê. Şitil bi destên Rojîn û Gulîstanê mezin dibin û dibin konserve.
ÎBRAHÎM ÇOŞKUN/DÎHA/MANÎSA