Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mike Pompeo got, êrişeke (muhtemel) a Tirk a li dijî Kurdên li Sûriyeya cîran, wê berdêla xwe hebe.

Pompeo ji kanala televizyona Îzlandî RUV´yê re peyivî û got, “Serok Trump hêviyên xwe yên gelekî zelal derbarê wêyekê de ka Tirkiye wê çawa miamele bike bi wan kesên li başûrê xwe yên li Sûriyê re. Wî got, bersiveke buhayê wê yê rastî elaqedarî wê helwêsta di vê peywendê de be. Û em di warê dîplomatîk de jî b temamî angaje ne ji bo wan encaman bi dest bînin ku xelkê li nava Sûrî biparêze û ewên li sûriyê jî êrişî Tirkiyeyê nekin.”

Pompeo bi îhtîmam îşaret bi wê yekê kir ku DYE biryardar e ku şerê li dijî DAIŞ´ê dewam bike, tehlûkeya li dijî ewlekariya Washingtonê lê her wiha ya hevkarên wê jî. Wî li gotinên xwe zêde kir ku DYE ji bo di vî karê de bi ser keve dikare hêzên li cihê cih bi kar bîne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN