Kongreya 4´an a Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê di roja sisiyan de dewam kir. Di roja sisiyan a kongreyê de jî serok û cîgirên serokê YNK’ê nehatin hilbijartin. Dengdana ji bo 118 endamên encûmena rêveberiyê hat kirin. Ji ber ku dengdan zêde dirêj dike, diyar nîne ka wê kongre kengî bi dawî bibe.

Berdevkê fermî yê YNK’ê Letîf Şêx Umer ji medyaya YNK’ê re axivî û derbarê hilbijartina serok û cîgirên serokatiya YNK’ê de got; “Hilbijartina serokê YNKê û cîgirên wî di nava kongreyê de pêk nayên. Piştre wê ji aliyê encûmena rêveberiya giştî ve werin hilbijartin.”

 

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN