Li gorî agahiyên ji eniya AKP'ê derdikevin tê gotin ku di "pakêta demokrasiyê" ya AKP'ê de ya wê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di 30'ê Îlonê de aşkera bike de li hember daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê li "dibistanên taybet" perwerdeya bi zimanê dayikê karibe bê dayîn. Li herêmê kêmbûna dibistanên taybet û şêwazê perwerdeyê wê çawa be ku tîne rojevê nêrîna ku wê ev nîzam bersiva daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê nede, tê ziman. Serokê Giştî yê Egîtîm Sen Unsal Yildiz û Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken ev hewldana hikûmetê ji DÎHA re nirxand.
'Divê astengiyên li pêşiya zimanê rabin'
Serokê Giştî yê Egîtîm Sen Unsal Yildiz, diyar kir ku helwesta Egîtîm Sen a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê zelal e û got, "Berî niha bi salan me ev wek mafê mirovan û mafê perwerdeyê nirxand. Em vê wek daxwaza civakê bi wate dibînin. Em dixwazin li Tirkiyeyê tabûyên têkildarî vê mijarê ji holê rabin. Dema em li sîstema perwerdeyê ya tirk dinêrin em dibînin ku dema pişta xwe bidin perwerdeya bi zimanê dayikê wê bi xwe re newekheviyên din jî derxe holê."
Yildiz, anî ziman ku perwerdeya bi zimanê dayikê ya li dibistanên taybet wê nîzameke şeklî be û tenê mijûlkirinek be û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Pêwîst e îktîdara siyasî mutleq xebateke demokratîk û akademîk pêş bixe. Berevajî vê bi gavên rojane ne mimkun e pirsgirêk bi her alî ve bê çareserkirin. Ev bersiva daxwaza gel nade."
Baluken: Ne mimkun e em qebûl bikin
Serokwekîlê Koma BDP'ê Îdrîs Baluken jî, da xuyakirin ku di vê mijarê de helwesta gelê Kurd û ya BDP'ê pir zelal e, ji bo di qadên gelemperî-fermî de astengiyên li pêşiya Kurdî rabin û di dibistanên dewletê de perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn gelek caran daxuyanî dane. Baluken diyar kir ku naveroka pakêta hikûmetê nizanin, lê belê di çapemeniyê de agahiyên wek di dibistanên taybet de wê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn hene û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Eger ji bo dibistanên taybet nîzamek hatibe çêkirin ne mimkun e, em qebûl bikin. Divê hikûmet biryara vê bide: der heqê zimanekî ku 90 sal in tê înkarkirin de wê hikûmet di mijara qanûnî û destûra bingehîn de ya dikeve ser milê xwe pêk bîne yan na?"
Baluken, destnîşan kir ku ji nêrîna siyasî cuda, ji sedî 95 zêdetir gelê Kurd perwerdeya bi zimanê dayikê dixwaze û ev xusûs ji aliyê raportorên serbixwe jî hatiye ziman. Balukên her wiha got ku di vê mijarê de pêwîst nake hikûmet bikeve rêyên tevlihev.
Balukên perwerdeya di dibistanên taybet de jî wek nêzîkatiya Plana Islahat a Şark bi nav kir û di dewama axaftina xwe de ev xusûs diyar kir: "Dema Plana Islahat a Şark kirin meriyetê ji Kurdên li kolanan bi Kurdî diaxivîn pere werdigirtin. Di aliyê nîşandana zîhniyetê de ev qet nayê qebûlkirin. Ev feraseteke wiha ye ku têkildarî Kurdî nêrîna bi pere û ticaretê ye."
DÎHA/ENQERE