Ji bo 19 ciwan û 14 jinên ciwan ku nû tevlî nava refên YPG/YPJ’ê bûn, 2 meh berê dewreya perwedeyê bi navê ˮŞehîd Candaˮ hate destpêkirin.
Merasîm li Akdemiya Perwerdeya Leşkerî û Bîrdozî ya Xebat Dêrik a Kantona Efrînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şervanan soz dank u dê heta dawî şopdarê riya cangoriyên azadiyê bin û dê ji bo parastina hemû herêmê dê heta dawiyê li ber xwe bidin. Piştî sozdayîn bi dawî bû, nasnameyên leşkerî li şervanan hate belavkirin. Merasîm bi diurşmeyan bi dawî bû.
20 ciwan tevlî YPG û YPJ’ê bûn
Dewreya perwedeyê ku ji 20 ciwanên Helebê ku nû tevlî nava hêzên YPG û YPJ’ê bûne, bi merasîmekê bi dawî bû.
EFRÎN/HELEB