Koma LaWje piştî konsertên li Mêrdîn û Amedê li Êlihê jî konser da û welatî li ber stranên herêma Colemêrgê kêfxweş kirin.
Endamên komê bi cilên gelerî yên herêma Colemêrgê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Êlihê derketin pêşberî muzîkhezan û kilam û stranên xwe gotin. Welatiyan jî elaqeyeke baş nîşanî konserê da.
Solîstê komê Alî Tekbaş bi bîr xist ku herî dawî wan 2015’an li Êlihê konserek dabû û got: “Dema em hingê hatin, Sînemeya Yilmaz Guney hebû û em li wir derketibûn ser dike. Mixabîn îro Sînemaya Yilmaz Guney nîne. Ji wê rojê heta îro welat serûbinî hev bû.”
Tekbaş destnîşan kir ku wan li gorî derfetên xwe stran û kilamên Kurdî berhevkarî û aranje kirine û got, “Ev armanca me wê didome. Divê her hunermend stranên li herêma xwe berhev bike û nehêle ku tine bibin. Da ku nifşên li pêş me jî zanibin reng û rûyê wî hunerî û wê stranê çi bû. Ev tiştekî gelekî girîng e. Em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin.” n MA / ÊLIH