Êzîdiyên gundên Reşkotanê li bajarê Elmanyayê Weselê li hev civiyan û ji bo çareserkirina pirsgirêkan heyetek ava kirin.
Êzîdiyên 5 gundên Bişêriyê (Reşkotan) 28’ê Kanûnê li bajarê Weselê civiyan û şandeyek ava kirin.
Êzîdiyên gundên Kelhokê, Inapê, Korixê, Hecrê û Texeriyê yên Bişêriyê (Reşkotanê) ji bo avakirina yekhelwêstî û tifaqê li hev rûniştin.
Li ser navê Heyeta Gundên Êzîdiyên Reşkotanê biryarên ku hatine dayîn, ev in:
- Bê tifaq û bê yekîtî ne veger, ne avakirin û ne jî xwedîderketina li cih û warên me, gund û axa me ne hêsan e.
- Çareseriya pirsgirêkan em li ser esasê peywendî, danûstandin û muzakereyan dibînîn û hemû rêbazên dijberiyê û zordariyê red dikin.
- Berê me wê li welatê me be, veger û avakirina gundên me ji bo me armanceke esasî û stratejîk e.
- Prensiba me a bingehîn ji bo hemû gelên herêmê, rengên civakê û baweriya wan di nava aramiyê de hev hembêz bikin, li hev bikin û xweşbîn bin û heman helwêstê ji derdoran hemûyan dixwaze ku ji nirxên civaka me re rêzê bigirin.
Heyeta çareseriyê ava bû
Di civînê de weke encama sereke avakirina heyeta çareseriyê û tifaqê ji 18 kesên ji her 5 gundan, hate destnişankirin. Ev heyet wê weke mekanîzmaya diyalog û çareseriyê karibe xwe berfirehtir û mezintir bike. Ew ê şandeyan bişînê welêt û ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêmê û pêşîgirtina li aloziyên nû bi aliyên peywendîdar hemûyan re diyalog û hevdîtinê bi pêş bixîne.
NAVENDA NÛÇEYAN