
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku heke yekîtiya Kurdan, dîplomasiya neteweyî, hêzên parastina neteweyî hebûna, Başûr nedihate vê rewşê û ne jî barê Kurdan wiha giran dibû.
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Sabrî Ok têkildarî bûyerên di rojevê de nirxandinên girîng kirin. Ok di beşa têkildarî bûyerên li Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku heger yekîtiya Kurdan, dîplomasiya neteweyî, hêzên parastina neteweyî hebûna, Başûr nedihate vê rewşê û ne jî barê Kurdan wiha giran dibû.
Aqlê siyaseta Başûr zirar li Kurdan kir
Ok li ser krîz û aloziya li Başûrê Kurdistanê got, "Ji bo îmaj û navê Kurdan tiştên ku li Başûr rûdan pirr ne baş bûn. Divê Kurd vî aqilê ku bû sedema vê encamê bidin ber pirsan. Kurdan li dinyayê îmajeke baş ji xwe re çêkiribû. Lê tiştên ku piştî referandûmê çêbûn, hinekî zirar dane vê îmajê.
Li Başûrê Kurdistanê careke din diyar bû ku arîşeyên gelên ku ji dîrokê ve bi hev re ne, bi nêzîkatiyên desthilatdariyê û miletparêziyê çareser nabin. Jixwe, sedema arîşeyan ev aqil e. Heke li Başûr demokratîkbûn çêbe, arîşe wê çareser bibin. Berevajî vê, wê hesabên desthilatdariyan berteng bibin û ev ê bide windakirin.
Başûrê Kurdistanê kete rewşa herî xirab ku di dest de tiştek nema. Jê wêdetir wê çi bibe, ez nizanim. A girîng ew e ku ev nakokî xizmetê ji kê re dikin. Rê li ber siyaseta demokratîk vedikin yan na. A girîng ev e."
Aqilekî şaş heye
Ok nirxandina xwe ya li ser Başûrê Kurdistanê wisa domand, “A rast dema ku mirov bi giştî dinihêre heke reng hinekî cuda bin jî siyaseteke şaş û aqilekî şaş heye. Bi vî aqilî ne dikarin gel qaneh bikin û ne jî dikarin arîşeyan çareser bikin. Berevajî, ji bo ku wê bê vîn û qels bimînin, Tirkiye, Îran, Iraq zêdetir wê têkilî wan bibin. Divê mirov vê zemînê çêneke."
Ji bo pêşîgirtina li vê Ok, pêşniyaza yekîtiya Kurdan, dîplomasiya neteweyî, hêzên parastina neteweyî li başûr dike û wiha dewam dike: "Heger yekîtiya Kurdan, dîplomasiya neteweyî, hêzên parastina neteweyî hebûna, Başûr nedihate vê rewşê û ne jî barê Kurdan wiha giran dibû. Berevajî, vê yekê wê kêfxweşiyeke mezin bidana gel. Ji bo vê jî PDK, YNK û Goran û hêlên din li şûna ku hev tewanbar bikin, ji dîrok û rojaneyê divê dersan bigirin û berê xwe bidin yekîtiya neteweyî."
Hesabpirsîna ji berpirsan
Ok dibêje, ev nebe, Kurdistana jixwe parçebûyî wê di navbera Silêmanî û Hewlêrê de jî parçe bibe û encamên xirabtir bi xwe re bîne û vê pêşniyazê dike: "Di vê rewşê de wê pergaleke antî-demokratîk were û şepirzebûneke meztir çêbibe. Ji bo pêşî li vê were girtin divê bi rêyên demokratîk hesap ji berpirsan were pirsîn."
Ji bo xisleta dewleta Tirk jî, Sabri Ok wiha hişyar dike: "Divê Kurd zanibin ku dewleta Tirk ji wan re nabe dost, ti xêr ji wan nayê. Çi qasî bixwazin bila malavahiya wê bikin, bi wan re rûnin. Bi teqezî heta ku wan şepirze neke, bi Kurdan re rûnanin. Divê kesek nekeve vê şaşiyê. Mêtingeriya Tirk herî pirr ji hêla tevgera me ve tê zanîn. Ji bo vê divê her kes di vê mijarê de hişyar be."
Ok nirxandinên xwe bi banga yekîtiya neteweyî bi dawî kir.
NAVENDA NÛÇEYAN