Gelê Şengalê ji bo protestokirina girtina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ber bi korîdorê ve meşiya. Lê hêzên artêşa Iraqê li nêzî gundê Barê, girseya gel da sekinandin û destûr neda ku derbas bibin. Lê gel guh neda qedexeyan û barîkata eskerî derbas kir û berê xwe da cihêl çalakiya konvedanê ya li ber korîdorê.
Girtina derî protesto kirin
Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûlkirin, ji 24’ê Çile ve çalakiya konvedanê li ber korîdora mirovî dewam dike. Ji bo piştgiriya bi çalakiya kon re, xwepêşandaneke hevbeş li ber korîdora mirovî hat lidarxistin. Tevî astengiyên hêzên Iraqê jî gel ji barîkatê bihurî û girtina derî protesto kir.
ROJNEWS / ŞENGAL