Êzîdiyên ji bajarên Efrîn, Hesekê, Serêkaniyê, Tirbespiyê û Dêrika Hemko derketin rê, li bajarê Qamişlo bi Êzîdiyên li vir re gihîştin hev. Welatiyên Êzîdî piştre bi otobusên hatine amadekirin ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rê ketin. Êzîdiyên Rojavayî, dê cara yekemîn bi awayekî komî di sînorê Başurê Kurdistanê re derbas bibin û biçin Navçeya Şengalê ya girêdayî bajarê Musilê û li Laleşê pêwîstiyên xwe yên olî bi cih bînin.
Heca Êzîdiyan di 6'ê Cotmehê de destpê dike û heta 12'ê mehê dom dike. Di vê demê de welatiyên Êzîdî, cihên ku li gorî baweriya wan pîroz in, ziyaret dikin, her wiha dua û hêviyên xwe tînin ziman.
Kurdên Êzîdî yên li rojavayê Kurdistanê, her sal ji bo ku biçin Şengalê û pêwistiyên hecê bi cih bînin, gelek zehmetî dikişandin. Ji ber ku dewleta Iraqê heta niha vîze nedida, welatiyên Êzîdî jî neçar diman ku li gorî derfetên xwe di ser Tirkiyeyê re biçin Şengalê.
Yên ku derfetên wan nebûn jî, nedikarî biçin. Piştî ku li rojavayê Kurdistanê gel rêveberiyên bajaran girtin destê xwe û xebatên dîplomasiyên pêş ve birin, rêya Êzîdiyan a hecê jî vebû. Piştî ku bi hewldanên Desteya Bilind a Kurd ji bo vekirina deriyên sînor ên di navbera rojava û başurê Kurdistanê de xebat hatin destpêkirin, Mala Êzîdiyan a rojavayê Kurdistanê jî dest bi amadekariya çûna hecê kiribû. 

QAMİŞLO