
Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) dan xuyakirin ku wan li hemberî parêzgeha Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê wekî ‘Paytexta Xilafetê’ bi nav dikin, Operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê’ daye destpêkirin.
Operasyona rizgarkirina Reqayê ku herkes li bendê bû, destpê kir.
Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî parêzgeha Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê wekî ‘Paytexta Xilafetê’ bi nav dikin, doh saet di 14:00’an de operasyon da destpêkirin.
Operasyona bi navê “Operasyona rizgarkirina bakurê Reqayê” ji aliyê Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê ve jî tê destekkirin.
Operasyon li ser daxwaza gelê Reqayê, li başûr rojhilatê bajarokê Eyn Îsa ku 50 km li başûr rojhilatê Kantona Kobanê ye, bi 3 baskan hat destpêkirin.
Baskê yekemîn ji bajarokê Eyn Îsa, baskê duyemîn ji Xwaringeha Nexîl û baskê sêyemîn jî, ji Lîwaya (tugaya) 93’yan ber bi hedefên diyarkirî ve diçe.
Tûgayên Ehrar El-Reqa û Lîwa Tehrîr ku demekê beriya niha tevlî QSD’ê bûbûn û hemû endamên wan ji pêkhateya Ereb in, pêşengiya hemleyê dikin.
Ji Fermandarên QSD’ê Rojda Felat û Ebû Feyad daxuyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku ji bo ku pêşiya êrîşên li dijî gelê li Cizîrê, Girê Spî û Kobanê bigirin, ev hemle hatiye destpêkirin. Di dewama daxuyaniyê de Fermandaran weha bang kir: “Armanca me ew e ku em gelê vê herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê xilas bikin û ji zordariya çeteyan rizgar bikin. Em ê bi vê hemleyê bakurê Reqayê rizgar bikin. Em bang li her kesî dikin ku destekê bide vê hemleyê.”
Gundê Hadriyatê hate rizgarkirin
Hate ragihandin ku li herêma Xediyad Xelîl di navbera hêzên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar diqewimin. Di encama şer de gundê Hadriyatê hate rizgarkirin.
QSD sala 2015'an, ji aliyê gelên Suriyeyê ve hat avakirin û di nava dema bihurî de gelek cihên stratejîk ji destên çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
250 leşkerên DYE'yî gihiştin herêmê
Li aliyê din hat zanîn ku 250 leşkerên girêdayî hêzên taybet ên DYE'yê ku dê di operasdonê de cih bigirin, pêr gihiştibûn Sûriyeyê.
DAIŞ welatiyan dike mertal
Hate zanîn ku şêniyên Reqayê jî piştî ku di rojên bihurî de ji balefirên koalîsyonê belavoka valakirina bajêr hatin belavkirin berê xwe dane rojhilat û bakurê Reqayê. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê jî ji bo welatiyan ji xwe re bikin mertal ketin û derketina bajêr girtine.
ANHA/KOBANÊ
Girîngiya bajarê Reqa yê
Bajarê Reqa ku nîvê wê çol e û nifûsa wê bi qasî 200 hezarî ye, ji aliyê gelek mirovan ve piştî sala 2014'an dema ji aliyê DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, navê wê hat bihîstin.
Bajarê Reqayê li qiraxa Çemê Firatê ye li bakurê Sûriyeyê, 160 kîlometre li rojavayê Helebê ye. Li gorî serjimara fermî ya sala 2004'an nifûsa bajêr 220.488 bû, li gorî serjimara sala 2008'an jî 191.784 kes bû. Lê belê bi destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re koçberiya ji bajêr destpê kir.
Bajarê Reqa di navbera salên 2011-2014'an de ji aliyê komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ve hat dagirkirin. Sala 2014'an jî çeteyên DAIŞ'ê ev çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ji bajêr derxistin û bajar dagir kirin.
Rêkên bazirganiyê bi hev ve girê dide
Bajarê Reqa li cihekî stratejîk e ku rêyên bazirganiyê yên di navbera bajarên mezin ên Sûriyeyê û bajarên Mûsil û Bexdayê bi hev ve girê dide.
Guhertina herî mezin a li Reqayê çêbû, di salên 1970'î de pêk hat. Li nêzî bajêr, li ser Çemê Firatê bendaveke mezin a hîdroelektrîkê hat avakirin. Projeyên mezin ên li herêmê, bi deh hezaran kesên ji bajarên din ên Sûriyeyê kişandin Reqayê.
Bêguman vê yekê, demografiya bajêr û herêmê guherand. Li rojhilatê vî bajarê nîvê wê çol e, rêya ber bi Iraqê ve heye. Çeteyên DAIŞ'ê, ji ber vê yekê ev der qaşo weke paytexta xwe hilbijartine.
MAHÎR YILMAZKAYA/EYN ÎSA/ANF