Li Çînê her salê festîvala pêykerên berf û qeşayê ya navneteweyî tê lidarxistin. Di festîvala îsal de ku bi sedan mirov kedeke mezin didin û berhemên ji qeşa û berfê amade dikin dîmenên balkêş derketin holên. Ji bilî berfê hunermend û mirovên ku ji vê hunerê hez dikin çemê Songhau yê di vê demsalê de qeşa digire weke çavkaniya amûrê peykeran bikar tînin. Parçeyên bûzê yên ji çem tên girtin li ser hev tên komkirin û peyker û berhemên hûnerî yên bêhempa derdikevin holê.

 

 PEKÎN