Îmad kurekî Êzîdî ye ku di fermana 3´yê Tebaxa 2014´an de çeteyên DAIŞ´ê malbata wî bi pirranî qir kir û ew revand. Niha wêneyê Îmad ê ku piştî rizgarkirina Mûsilê ji çeteyan derkete holê. Dema ku mirov wêneyê Îmad ê beriya 3 salan, beriya bi qirkirina Şengalê û vî wêneyî dibîne, dîmen tên zimên û trajedeyike mirovahiyê di du kêliyên kurt de lê bi qasî bergan vedibêjin.
Di serpêhatiya Îmad de ev kêliya rizgarbûnê û ji destê DAIŞ´ê filitîna dayika wî ya ku niha li Kanadayê di warê derûnî de derman dibe, du kêliyên din in ku hêviyê li nava vê trajediyê direşînin.
NAVENDA NÛÇEYAN