Di rojnameyê de zarok rûpelekê jî ji bo spasiya zarokên ku ji wan re nivîs û wêneyên xwe rêkirine û rûpelên Dengê Zarokan bi kurdî û tirkî xemilandine, veqetandine û bi vê yekê spasiya xwe pêşkêşî 200 nivîskarê zarok ên ku di du salan de ked dane rojnameyê bî bîr anîne. Ev yek di rûpela yekemîn de wekî manşet hatiye bikaranîn. Di manşetê de bi duzimanan tê gotin ku ‘Yekemîn rojnameya zarokan a bi kurdî û tikî bi keda ji 200’î zêdetir zarokan bû du salî” Di rojnameyê de ligel gelek nûçe, roportaj û wêneyan çîroka Şengê û Pengê jî heye.

Du salên têr û tijî

Dengê Zarokan rojnameyeke ku ji aliyê zarokan ve tê derxistin, rengîn, têr bi wêne û biduzimanî tê derxistin e û bû du sal in ku bi rêk û pêk du mehan carekê di standan de cihê xwe digire ye. Di van rojên ku nîqaşên li ser bi zimanê dayikê perwerde û jiyana duzimanî gur bûye de me hêvî ku siyasetmedarên vî welatî rojnameyeke Dengê Zarokan bigirin û lê bênirên bê ka kurdî û tirkî ligel hev di heman rojname û rûpelî de din ava ahengekê de cih digirin. Belê ev ji aliyê zarokên Baglara Amedê ve tê pêk anîn. Ew zarokên ku pirî ji wan her roj dibin qurbaniyên vî şerê qirêj û taybet a ji bo gelekî were înkar û îmhakirin. Zarokên Baglara yên ku rojnameya Dengê Zarokan derdixin dibêjin ku ew gelek şad û bextewar in ku salekê din li dû xwe hiştine û ji bo meh û salên pêş dinava amadekariyan de ne da ku rojnameyekê baştir, rojnameyeke serketîtir derbixin.

2 sal û 200 nivîskar

Edîtorê rojnameyê Kubra Gumuş a 15 salî der barê 12 hejmarê ku li du xwe hiştine de dibêje ku ew di du salên borî de bi rastî jî bûne dengê zarokan ango hevtemenê xwe û wiha dibêje: “Me di du salên kul i du xwe hiştin de deriyê xwe ji 200 nivîskarên zarokên di çaxê xwe de û biçûktir vekir. Zarokan bi helbest, çîrok, wêneyên xwe rûpelên Dengê Zarokan bi duzimanan dewlemend kirin.” Gumuş destnîşan kir ku ew ji bo ku hejmareke dewlened derbixin bi ekîbekê re bi hev re dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojnameya me xebateke kollektîf e, ji nîqaşên bêka ew ê kîjan, çîrok, helbest, nivîst, wêne û xaçepirs d rojnameyê de cih bigirin, heta mizampaj û belavkirina rojnameyê bi tevahî kareke kollektîf e. Her wekî ku hûn jî pê dizanin rojnameya me bi duzimanî dertê em bi baldarî nivîsan ji du ziman ango ji kurdî û tirkî dibijêrin û di rojnameyê de bi cih dikin.” 

Amadekariya hejmara nû

Yek ji edîtorê rojnameyê Ebru Ugurkan jî bbi coş û heyecaneke mezin diyar kir ku ew 13 hejmarên ku derxitine bi amadekariyeke û kedeke mezin derxistine û ji niha ve zend û bendên xwe ji bo hejmara bê badane û ew jî wiha dibêje: “belê m edu salan li du xwe hiştin ango rojname 13 hejmar heta niha bi rêk û pêk derket, lê em bi derketina her hejmarekê her çiqas şad û bextewar bibin jî berpirsiyariya me ji bo hejmarên dîtir zêdetir dibe. Zarok dema ku em rojnameyê bi çend rojan dereng bigihînin ber destê wan gazincan dikin, xwedî maf in jî. Her wekî kum in got berpirsiyariya me ya ji bo derxistina hejmarên dîtir zêde dibin. Mesala me hîn hejmara 12’an derneketibû ji bo yê 13’an me amedekarî dikir, hêj ê 13’an derneketibû jî ji bo yê 14’an em amadekariyan dikin. Heta di hejmareke din de em bên gel hev bila zarok û mezin tim şad û bextewar bin.”

DÎHA/AMED