‘Evîndariyeke Aram’ li bara Gîlemerdekî (Mêrê gîlekî; Gîlan li bakûrê Îranê ne) têkoşer û siyasî ye ku dibe evîndarê Eselê, ew jî keçke bedew a Azerî ye û di warê siyasî de li dijî hikûmeta demê têdikoşe.
Pirtûk bi zimanekî xweş û wêjeyî qala evîneke kûr û bi wate dike. Naveroka pirtûkê bi tevahî pêvajo û qonaxên jiyana van her duyan rave dike.
Berat Qewîendam wergerand
Nadir Ibrahîmî li bara romana xwe ‘Evîndariyeke Aram’ gotiye: ‘Ev teoriya min ji bo jiyaneke hevpar e ku li ser riya manewiyetê dimeşe.’ Wî li vê pirtûkê bi ravekirina çîrokeke balkêş ji jiyana jin û mêrekî û serpêhatiyên wan, bi qelemeke xweş hevpeyivînên balkêş dixuliqîne. Hevpeyivînên ku xwînerê/a pirtûkê dibe nav fikaran û wî/ê bi vê dihesîne ku meriv bi çavê bîrewerî û adetê li evînê binêre”. Qelema Nadir Ibrahîmî qelemeke taybet û wêjeyî ye; tevî ku peyvên dijwar li nav nivîsên xwe bi kar nayîne jî.
A niha ev berhema giranbiha bi navê ‘Evîndariyeke Aram’ ji aliyê Berat Qewîendam ve bi Kurdiya Kurmancî hatiye wergerandin û dê li siberojeke nêzik de ji aliyê weşanên ‘Emû Elewî’ ve were çapkirin û bigihêje ber destê hezkiriyên xwendina pirtûkên Kurdî.
NAVENDA NÛÇEYAN