
Koma Muzîkê ya Keçên Ranyayê di 16'ê Nîsana 2005'an hate damezirandin û li 6'ê Kanûna 2005'an li Silêmaniyê bi awayekî fermî dest bi xebata muzîkê kir. Komê di 7'ê Tebaxa 2007'an de bi alîkariya Îdareyên Herêma Fedral a Kurdistanê xwe nû kir.
Komê destpêkê bi 13 keçan dest bi xebatê muzîkê kir. Heta niha komê gelek berhem amade kirine û ji televîzyon û raydoyan re pêşkêş kirine û ev 8 salin xebatên xwe berdewam dike. Komê herî dawî qilîba ''Çar Gul'' amade kir. Qilîba ''Çar Gul'' ji stranên hunermendên weke Şemal Saib, Elî Merdan, Eyaz Zaxoyî û Fuad Ehmed pêk tê. Dabeşkirina muzîkê ji aliyê Kurdo Serdar ve hate kirin û bi dengê çend jinên dengxweş ên komê stran tên gotin. Rêveberê Koma Muzîkê a Keçên Ranyê Hêmin Hesen der barê qilîbê de axivî û got: "Qilîba 'Çar Gul'' yekem berhema Koma Keçên Ranyayê ye. Niha hêjmara endamên koma me 14 kes in. Hemûyan zaningeha Hunerên Ciwan qedandine û em hîn jî keçên ku xwedî hunera mûzîkê ne digirin nav komê."
DÎHA/DUHOK