Mamoste Ozmen xebatên xwe yên pênc salan bingeh girtin û ezmûnên xwe yên berê û yên yê pêvajoyê kirin yek, bi kedeke kûr û lêkolînên nû, ev xebata xwe dewlemendtir kir.
Bi armanca pêşxistina zimanê Kurdî di warê nivîs û rêzimanî de mamoste Ozmen pirtûka bi navê Dersên Zimanê Kurdî (Kurmancî) amade kir.
Ji aliyê rêzimanî û bikaranînê ve hemû hêmanên rêzimanî yên wek cînav, navdêr, lêker, rengdêr, daçek, hoker û gihanekan wan bi hev re digire dest û bi form û tabloyên nûjen, tewang û hêmanan, bi mînak û pêhîniyan mijaran kûrtir, zelaltir û dewlementir dike.
Mijarên di pirtûkê de
* Beşeke pirtûkê ji bo bersivdayîna pêhîniyan hatiye veqetandin.
* Ji bo xwendinê mînakên wêjeya kurdî ya kilasîk û nûjen.
* Lîsteya rayekên lêkeran ên tevlihev.
* Mînakên tabloyên rengîn yên hemû rawe û demên lêkeran.
* Ferhengoka têgînên rêzimanî.
* Lîsteya hin lêkeran bi sê zimanan.(kurdî-tirkî-almanî)
* Lîsteya lêkerên têneper ên cêwî (kurdî-tirkî-almanî)
NAVENDA NÛÇEYAN