Boykotkirina malên Tirkî li Başûrê Kurdistanê xweş dimeşe. Xelk û rayedarên Başûr balê dikişînin ser berhemên xwemalî û dibêjin, em têra xwe dikin.

Ambargoya di dema referandûmê de jî nehatiye jibîrkirin û tê gotin, hingê jî Başûr hewceyî kesî nema. Têkiliyên bazirganî gelek hene.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Her diçe li Başûrê Kurdistanê kampanya boykotkirina malê Tirkî berfirehtir dibe. Tê pirsîn ger boykota malê Tirkî bikin, wê di şûna malê Tirkî de çi cih bigre? Li gora daneyên saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê diyar dibe ku Başûrê Kurdistanê bi berhemê xwe tenê dikare dibara xwe bike. Kurdistana têra xwe dike û heta zêdetir.

Li gora daneyên Wezareta Çandinî û Wezareta Bazirganî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê xurek, avahîsazî û çend warekî din de Başûrê Kurdistan dikare bi xwe ji nîvê pêdawîstiyên navxwe zêdetir berhem peyda bike. Kurdistan di warê genim, ceh, mirîşk, hêk û berhemên wekî wan heye. Dîsa kaniyên avzê, hingiv, gûz, kartol, bacan, zebeş, hinar, tirî, sêv, xox, gindor, hirmî, hêjîr, kelemî, qernebihar, lobî, kolind, bacanên reş, bamya, pîvaz, karçik, şêlim, tivir, bîber û hwd. têra xwe hene. Di warê avadanî, cilûberg hesen de têra xwe dike.

Tirkiye dijminê herî mezin ê Kurdan e

Welatiyan têkildarî girîngiya boykota malê Tirkî axivîn.

Welatiyê bi navê Mihemed Osman têkildarî boykota malê Tirkî wiha got; “Ev boykot helwesta herî baş e. Ji ber ku Tirkiye dijminê Kurdan ê herî mezin e. Ya ku Tirka li dijî Kurdan kirî kesê nekiriye. Mafê Kurdan e ku boykot bikin û divê her Kurdek jî xwedî helwest be.”

Esnafê bi navê Aras Elî ku ji Silêmaniyê ye qala xwestekên welatiyan li ser berhemê navxweyî kir û got; “Em hinar, hêjîr, tirî û hirmiyên xwemalî difiroşin. Welatî zêdetir xwesteka wan li ser berhemên xwemalî heye. Tama berhemê navxweyî ji yên ji derve tên gelek xweştir û bi tahmtir e.”

Di dema referandûmê de jî Başûr têra xwe kir

Berdevkê Yekîtiya Hawirde û Henardekirina Herêma Kurdistanê Bextiyar Mele Emîn jî got: “Berhemên welatên Erebî, Berîtanya, welatên Ewrûpa, Îsraîl, Endenozya, Çîn, Japonya, Amerîka Latin, Berazîl û Amerîka jî hene. Ji ber vê me çend lihevkirinên aborî li gel van welatan îmze kirîbûn û peywendiyên bazirganî ligel hemûyan hene. Ji berî hefteyekê me serdana Îsraîlê kir. Peymaneke bihayê 10.5 milyon dolar me li gel îmze kir ku berhaman hawirde bike. Dikarin şûna her tiştî peyda bikin.”

Herêma Kurdistanê ji bo çandiyê  xwedî 6 milyon 619 hezar û 19 dominê erde. Li gorî daneyên Wezareta Çandiniyê, salene  li Herêma Kurdistanê di dema çêbûnê de dikare sedê sed pêwîstiyên xwe yên fêkî yê navxweyî peyda bike.

Dibe ku koykotkirina  malê Tirkî nebe sedema kêmbûna berhemên li bazarên Herêma Kurdistanê. Ji ber ku di dema refarandûma Başûrê Kurdistanê de dewletên Tirk û Îranê qada hewayî û deriyên sînor li ser Herêma Kurdistanê girtin. Wê demê xelkê serî li berhemên navxweyî da û bandoreke nerênî li ser bazarê nekir.