Mirov li vir bibîne ku Mîqdad beriya ku weke bûyî adet behsa xizmeta “weten” bi rêya çêkirina mekteb, xêratan bike, îşaret bi şertekî pêş kiriye: “mirov nehêle ku dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de.” Ev yek, ji bo şert û mercên îro yê welatê Kurdan û tevahiya Kurdistanê jî lê ye ku bi cih nehatiye. Ango ev şert pêş ê netewebûn û kamilnbûna nasnameya neteweyî, li Kurdistanê îro jî di nava çîna elît a siyasetê de rûneniştiye.

LUQMAN GULDIVÊ / FRANKFURT

Rojnameya “Kurdistan”, roja 22’ê Nîsana 1898’an bi pêşengiya Mîqdad Mîdhed  Bedirxanî li Qahîreyê dest bi weşanê kir. Rojnamegeriya Kurdî li ser vê bingehê 122 sal in tevî gelek zor û zehmetiyan têkoşîna xwe dewam dike. Rojname hingê heta 14´ê Nîsana 1902´yan karî 31 hejmaran der bixe. Bi vî karê xwe yê xizmeta miletê Kurd, roja weşana hejmara yekê ya rojnameya Kurdistanê, ango 22´yê Nîsanê jî wekî Roja Rojnamevaniya Kurd tê prîrozkirin. Îro roj ku rojnamevanî yek ji hîmên agahdarkirin û birêxistinkirina civakê pêk tîne, ji aliyê hêzên desthilatdar jî weke tehlûkeya herî mezin tê dîtin. Nexasim jî ew rojnamevaniya ku rastiyan radigihîne civakê. Ji ber wê jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî îro li gorî hejmarên fermî yên Yekîtiya Rojnamevanan 85 rojnamevan girtî ne û gelek ji van jî ji rêûresma rojnamevaniya Kurdistanê de yên ku ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA), ji bo rojnameya Azadiya Welat, Rojnameya Yenî Yaşam û Kovara Ozgur Halkê kar dikirin. Îr YRD’ê bi daxuyaniya xwe careke din îsbat kir ku ew biryardar in ku weke rojnamevanên Kurd rêya têkoşînê heta bi avakirina Kurdistana azad û demokratîk bikudînin. Ha vê rêyê bi mîqdad Mîdhed Bedirxanî dest pê kiribû. Ji ber wê ka em berê xwe bidinê, wê rêyê çawa dest pê kir.

Xanî, Hacî Qadir û Bedirxanî

Em dema berê xwe bidin rojnameyê, belkî pêşî girîng be em li beşekê ji helbesteke wî ya di hejmara 3´yê ya Kurdistanê de sala 1898´an de derçûyî, binihêrin:

Ta rêk nekewin qebîlî ekrad

Her wa dibine xerabe abad!

Enwa’î mîlel le gewre ta çûk

Xemilîwe memalîkî wekû bûk

Yek berg in û yek zuban û yek reng

Bê xeybet û xeyb û ‘ar û bê deng

Di vê helbestê de ya darî çav ew şibihîna terzê helbestê û banga wê ya deng û naverokê ya bi Mem û Zîna Ehmedê Xanî re darî çav e:

Da xelqi nebêjitin ku “Ekrad                  

Bê me’rîfet in, bi esl û bunyad            

Enwa’ê milel xwudankitêb in              

Kurmanci tenê-di bêhesêb in”

Di vê şibihandinê de bivênevê tesîreke din jî darî çav e; ew jî bikaranîna peyvên Soranî yên weke  “rêk nekewin”, “xemilîwe” ye. Gazina Mîqdad Mîdhed  birêxistinnebûna eşîrên Kurdan e. Di encamê de jî ew rê li ber digire ku weke miletên mezin û piçûk karibin bibin xwedî dewlet, yan jî memleket. Ev peyvên bi Soranî, hîç şik û guman tê de nîne ku ji mamosteyê wî Hacî Qadirî Koyî hatiye. Jixwe Hacî Qadir Mem û Zîn a Xanî weke ders dabû zarokên malbata Bedirxaniyan li Stenbolê.

Bi herhalî eşkere ye ku yekîtiya eşîrên Kurd ji bo Mîqdad Mîdhed  Bedirxan yek ji sedemên sereke ya weşangeriya bi Kurdî ye.

Rêwîtiya zehmet a rojnameya Kurdistanê

Mîqdad Mîdhed  Bedirxan dixwest rojnameya Kurdistanê 15 rojan carekê derêxe, lê ji ber zehmetiyêm aborî û siyasî ev rojname bi rêk û pêk derneçû, gelek caran jî mekanê xwe yê weşanê guherand. Jixwe, Mîqdad bi xwe her pênc hejmarên destpêkê bi xwe derxistin. Di wan her pênc hejmaran de jî nivîsên em peyde dikin. Em berê awira xwe bidin Mîqdad Mîdhed  Bedirxanî bi rêya wê gotara Konê Reş a sala 2009´an a di Netkurdê de belavbûyî û bi nivîsên wî yên di rojnameya Kurdistanê de hatine weşandin.

Em dizanin ku 31 hejmarên Kurdistanê hatine çapkirin ku ji van 5 hejmarên destpêkê li Qahîreyê derçûne, yêîn mayî jî çawa Konê Reş jî dibêje, “ji 6-31´ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Mîqdad, cihê weşandina wan ji 6-19´an li Cinêvê çap bûne; ji 20-23´an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara 24´an li Londonê çap bûye; hejmarên 25-29´an li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bilî hejmara 19 an, hêj ev hejmar nebedîye.”

Di nava dilşewatî û gazinan de hêviya xwendin û ilm

Em li Mîr Mîqdad vegerin. Wî ji her hejmarê 2000 nusxe di ser Şamê re dişandin Kurdistanê, helbet ji bo wan kes û derdorên ku dikarîn bixwînin ango, xwendevanên ji malmezinan, kêm xwendekarên heyî û bêguman ji Şêx û Melayan re.

Em li vir kevanekê vekin û bibêjin, piştî sala 1906´an ku ji ber kuştina Ridvan Paşa, Mîr Mîqdad Mîdhed Bedirxan sirgûnî Mekihê bûye û jê û pê ve derbarê wî de agahî li ber destê me nînin.

Ji bo mirov tê bigihîje ka bi kîjan hewasan Mîqdad Mîdhed  Bedirxanî rojnameya Kurdistanê weşandiye, wê di cihê xwe de be mirov berê xwe bide metnên wî yên di rojnameyê bi xwe de derçûne. Em bi hejmara yekê dest pê bikin. Nivîsa wî ya di rûpel 1 de dibêje:

“Heyfa min têt ji Kurda re, Kurd ji gelek qewma zêdetir xweyî hiş û zeka ne, camêr in, di dînê xwe de rast û qewîn e. Xurt in û dîsa wek qewmên dî ne xwenda ne, ne dolmend in, dinyayê de çi dibe, cîranê wan Misqof çawa ye, wê çi bike nizanin. Loma riya Xwedê de min ev cerîdeya ha nivîsî, bi îzna Xwedê te’ala paş niho her pazdeh roja de carekê, ezê cerîdeyekê binivîsim. Navê wê min kiriye KURDISTAN, vê cerîdeyê pêde ezê behsa qenciya ilim û me’arîfeta bikim, li kûderê mirov die’lime, li kûderê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim. Li kûderê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, ticaret çilo dibe, ezê hemiya hekat bikim. Heta niho kesî cerîdekî holê ne nivîsiye, ev cerîdeya mina ha ya ewilî ye, loma wê gelek kêmayî hebitin. Ez hêvî dikim kêmaya cerîdeyê ji min re binivîsin. Hemi tişt wekî nû çêdibin kêmin, paşê hinekî diçe, dikeve rê de…”

Em eşkere tê digihîjin ku mitaleyeke Mîqdad Bedirxanî heye ku ew jî di nav Kurdan de belavkirina ilm, agahî û bîreweriyê ye. Ew Kurdan xwedî aqil dibîne û lewma jî dikeve nava hewldana haydarkirina wan. Ango bi ya wî, bi rêya nivîsê wê mumkin bibe ku Kurdan derbarê cîranê wan Moskovê de, derbarê şeran û dinyayê de haydar bike. Kurd jî dinyayê nas bikin, wê bi aqlê xwe yê heyî, karibin xwe birêxistin bikin.

Meqseda min qenciya Kurdan e

Bi her halî, dema ew berê xwe dide Kurdan kesên ku ew bêhtir xîtabî wan dike, ango armanca tîra wî jî ulema, mîr û axayên Kurdan in; ji ber wê ye mirov matmayî namîne ku doza alîkariyê ji bo derxistina rojnameyê li wan dike (hejmara 1 rûpel 3):

“Gelî ilema û mîr û axayên kurda! Hûn hemi esil û nesilê min dizanin, eşîra me Botan in, şihreta nesla me Azîzan in, ez di riya Xwedê de dixebitim, min ev cerîde çêkir, divê riyê de, ez gelek pera serif dikim, zehmetiyê dikşînim, meqseda min qenciya Kurda ye…”

Em li vir her wiha bibêjin, ew bi girîngî îşaret bi mesrefên rojnameyê û zehmetiyên wê dike û armanca xwe jî weke “qenciya Kurdan” terîf dike. Çawa ku di nifşên pişt xwe jî heman helwêstê daye der, li cem xwende û întelektuelên Kurd bûna pêşeng û rê nîşandana xelkê, li cem Mîqdad jî eşkere diyar e.

Gazinên ji malmezinan

Tevî ku ew bi xwe jî malmezin e, bawer dike ku bi handan, gazin û tehnan karibe malmezinên Kurd di biwara doza Kurdan de bilivîne (hejmar 2, 1898):

“Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizanin hun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ew e ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe ava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e’limandin û sin’et û me’erîfeta.”

Mirov li vir bibîne ku Mîqdad beriya ku weke bûyî adet behsa xizmeta “weten” bi rêya çêkirina mekteb, xêratan bike, îşaret bi şertekî pêş kiriye: “mirov nehêle ku dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de.” Ev yek, ji bo şert û mercên îro yê welatê Kurdan û tevahiya Kurdistanê jî lê ye ku bi cih nehatiye. Ango ev şert pêş ê netewebûn û kamilnbûna nasnameya neteweyî li Kurdistanê îro jî di nava çîna elît a siyasetê de rûneniştiye.

Bang ji bo berxwedanê

Banga wî ya berxwedan û serîhildanê weke “desthilênin” di hejmara 3´yan rûpel 2 de xwe dide der; pê re jî êdî ew ne tenê bang li malmezinan dike lê armanca xîtaba wî êdî bûye “Gelî Kurdino!”:

“Hun jî dest hilênin, bielimin ilim û hunera da Xwedê Te’ala û rwûl Ellah eleyihî elselam ji we razî be, da hun bikaribin, dîn û namûsa xwe ji şerê dijmina hefiz bikin, da hun jî bikaribin wetenên xwede rûnin, da hun jî ji vê rêncberî yê xelas bibin.”

Helbet ew cihê malmezinan wekî pêşeng ji bîr nake û di dewamê de dibêje, ew ê karibin Kurdan bi rêya ilm ji rêncberî û hejariyê xilas bikin. Herî dawî banga wî hem li mîr û axayan û hem li Kurmancan e, ku nîşan dide bêyî piştgiriyeke giştî ya dozê ji terefê milet ve, doza wî bi pêş ve naçe (hejmar 4. rûpel 3):

“Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! Qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet dinyayê û axretê rûyê mirov spî dike, mirov mihtacî tu nabe. Riya Xwedê de paş niho zaroyên xwe bie’limînin ilm û me’rîfeta, hûn bi xulaqetê xwe şûca’ û cesûr in, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin.”

Em di heman demê de dibînin ku bi tecrûbe û dinyadîtina xwe ya heta hingê Mîqdad gihiştiye wê encamê ku milet bi temamî bi ilm û merîfet dikare, xwe ji yên dora xwe xurttir bike. Ango ji bo wê doza avakirina netewe û neteweyekî ku karibe welatê xwe biparêze, xwendin û ilm li pêş datîne, çawa ku di adeta giştî ya belavbûna neteweparêziyê li seranserê dinyayê de hebû.

* Ji bo deverên jibergirtî binihêre li Çapa Nû ya Rojnameya Kurdistanê; Weşanên Deng, Uppsala 1991; M. Emîn Bozaraslan ji çapê re amade kiriye.