Ji ber rewşa parçeyî ya welatê me, taybetmendî û nirxên me yên neteweyî jî parçe parçe bûne. Sazî û organîzasyonên ku gorî xwe bona berjewendiyên xelkê me têdikoşin, xwedî siyaset û îdeolojiyên cihê cihê ne. Bi polîtîkayên dewletên serdest ên bona asîmîlekirin û tunekirina nirxên me yên gelêrî û neteweyî ziman, hest, fikir û helwestên me jî ji hev cûda bûne. Ji ber vê yekê li hember bûyerên siyasî û civakî jî reaksiyonên me bi heman şêwazî nabin. Girîngiya ku em li hemberê bûyêr û pêkhatiyan nîşan didin jî ne bi heman rengî ne. Di nava ewqas pirsgirêk û metirsiyan de ev rastî lewaziya me ya neteweyî jî radixe ber çavan.
Eger nebe, nabe!..
Dema em li hember pêşketinên dîrokî yên siyasî bahsa yekîtiya neteweyî dikin, helbet di ferasetên ku xwe didin der de ev faktor jî rol dilizîn. Lê ev ne wê maneyê ku kar û xebatên bona pêşxistina yekîtiya neteweyî ji nedîtinê ve werin. Li hember bûyerên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî yên li Sûriye û Iraqê pêk tên, yekîtiya neteweyî êdî bûye wek mijareke ku neyî betalkirin û ne bi sistî were bi dest girtin. Di nava rêxistinên Kurdan de nakokiyên siyasî û îdeolojîk hebin jî, bi pêşxistina yekîtiya neteweyî û parastina desketiyên heyî divê wek mijarên ku qurbana van nakokiyan qet neyê kirin, werin bi destgirtin. Wexta statûyekî Kurdan ê siyasî mîsoger bû, wê çaxê mirov dikane nakokiyên navxweyî giştan bi berfirehî hilîne dest û bona çareserkirinê niqaşên kûrtir bike...
Metirsî Kurdistanî ye!
Çawa ku li Sûriyeyê bi destpêkirina tevliheviya siyasî re xelkî me yê Rojavayî înîsiyatîf hilgirt destê xwe û pergala xwe ya xweseriya demokratîk sazdike; bi kûrbûna kaosa siyasî ya li Iraqê re jî Kerkûk di serî de, bajar û navçeyên ku derveyî Herêma Federal a Kurdistanê hatibûn hiştin, ketin bin kontrola Kurdan. Bi van pêşketinan re Kurd gişt dilşad dibin.
Li hember kaosa siyasî ya ku bi êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) dest pê kir, hê jî tevahiya aktorên siyasî yên herêmî û navdewletî bertekên xwe yên stratejîk nîşan nedane. Ji ber vê yekê jî dibe ku di her kêliyê de pêşketin û êrîşên bi her rengî pêk werin. Bi belavbûna pevçûnan re niqaş jî her ku diçe kûr dibin. Mirov ji kîjan hêlê ve mêzeke bera bike; bona siberoja Kurdan talûke dewam dike.
Dijkurdî heta kengê?
Hê jî ne Tirkiye, ne Sûriye, ne Iraq ne jî Îran bi xwedîbûna statûyekî Kurd re amade ne. Ev dewletan gişt bi hilweşîna rejîmên xwe ve rû bi rû û di nava metirsiyê de bin jî, di feraseta xwe de bo siberojê hê jî tu şûnê nadin hebûna Kurdên xwedî îrade û xwedî statûyekî siyasî. Helbet pêşketinên tê jiyîn vê ferasetê jî hildiweşînin. Kurdan bi xwe çi kir; wê tenê xwedî wî/wê bibin. Li dijî hemû êrîşan Kurd wek xelkekî qedîm ê Rojhilata Navîn ji nû ve mohra xwe li dîrokê dixin.
Mil bi mil...
Kurt û kurmancî; kilîta azadî û aramiyê di destê Kurdan bi xwe de ye. Ne tenê bo xwe, bona xelkên Rojhilata Navîn giştan Kurd rêya jiyaneke aram û pergaleke demokratîk nîşan didin. Helbet ev jî wê bi hêzekê pêk were. Bi hêzbûn jî bi pêşxistina ked û helwestên bona yekîtiya neteweyî û ji holê rakirin an jî cemidandina nakokiyên şexsî, malbatî, komî û parçeyî wê derkeve holê. Divê tevahiya rêkxistinên Kurdistanî him ji dîrokê him jî ji şoreşa Rojava dersan derêxin û bona Kerkûkê, bona tevahiya Kurdistanê bi biratî û yekîtî mil bidin milên hevdû û li berxwe bidin...
Berî her tiştî yekîtî...
Li Rojhilata Navîn rejîmên siyasi tev ji binî ve dihêjin. Statûkoya ku ji hêla serdestan ji jor ve hatiye ferzkirin îro ber bi hilweşînê ve ye. Tê xwestin pergalên ku bêyî vîna xelkan hatine sazkirin dîsa bêyî vîna wan bên nûvekirin. Herwiha tê xwestin ku qedera xelkan dîsa bêyî îradeya wan were nivîsandin. Bona vê yekê jî xwîn tê rijandin, bona berjewendiyên serdestan însan têne kuştin. Hêviya rojên azad û aram di qiriqa xelkan de tê hiştin. Kurd jî wekî xelkî herî qedîm ê vê cografyayê bi tevahiya metirsiyan re rû bi rû ne. Gelo li ser sifreya guran Kurd wê xwe çitûlî biparêzin?..