Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman polîtîkaya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd dimeşîne ji Rojnews re nirxand. Osman destnîşankir ku dewleta Tirk li her derê dijminahiya Kurdan dike û li ti cihekî hebûna Kurdan nas nake. Dr. Osman bal kişand ku tevî gavên aştiyane yên gelê Kurd û hewldanên Ocalan dewleta Tirk di înkarê de israr dike û got, “Belê îro ji ber karê wan bi Başûr heye, bi petrol, gaz û şîrketên Başûr karê wan heye. Li gor wan divê Kurd ne li Rojava, ne li Bakur û ne jî ti cihên din xwedî destkeftî bin. Heya Erdogan bi xwe got ku em nahêlin li bakurê Sûriyeyê tiştek weke Başûrê Kurdistanê ava bibe. Ev jî tê wateya ku li dijî Başûrê Kurdistanê ye jî. Ew timî hebûna Kurdan ji bo xwe wek metirsiyekê dibînin. Birêz Ocalan di rastiyê de ji bo aştiyê pir pêngav avêtin. Lê belê dewleta Tirk naxwaze li gel diyalog çêke. Ev jî pirsgirêka dewleta Tirk bi xwe ye.”


Kurd ji bo aştiyê amade ne 

Siyasetmedarê Kurd diyar kir ku eger dewleta Tirk di çareseriya pirsgirêka Kurd de samîmî be, divê diyalogê pêş bixe û Ocalan azad bike û weha dewam kir: Kurd bi giştî ji bo diyalog û aştiyê amade ne. Ji bo wê jî pêwîst e vê bikin. Dewlet ev 30 sale vê siyaseta şer dijî Kurdan dimeşîne. Lê heya niha ti encamek jê ne girtiye. Ev 16 salin Birêz Ocalan xistine girtîgehê. Pêwîst e azad bikin û li gel diyalogê pêş bixin. Azad kirina Birêz Ocalan ji bo Tirk, Kurd û hemû aliyan baş e.”

 

Divê leşkerên Tirk li Başûr nemînin 

 Dr. Osman diyarkir ku hebûna leşkerên Tirk yên li Başûrê Kurdistanê û şandina leşkerên Tirk a herêma Başika jî li dijî destketiyên Kurdan e û êrîşek li dijî hemû xelkên herêmê ye. Osman anî ziman ku bi vê yekê dewleta Tirk dixwaze ku Mûsilê bêxwe bin kontrola xwe û dema Mûsil ji DAIŞ’ê jî rizgar bû, hebûna xwe ya li vir bidomîne. Osman destnîşan kir ku leşkerên Tirk ji sala 1997´an ve nêzî 20 salin li Başûr in û divê leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê û herêma Başika vekişin. 


Divê Kurd bibin yek 

Siyasetmedarê Kurd Dr. Osman li dijî hewldanên dewleta Tirk girîngiya yekîtiya gelê Kurd destnîşan kir û weha got: “Divê Kurd yek bin. Hewl bidin bi yek dengî li gel hemû aliyan biaxivin. Ji bo ev aliyane jî hesabekê ji bo Kurdan bikin. Ji bo Kurdistanek serbixwe hewldan û xebat pêwîst e. Ev tenê bi gotinê çênabe. Hebûna leşkerên Tirk a li Herêma Kurdistanê heya niha ti kesê bi cidî dijî vê derneketine. Tenê vêna bi gotin dibêjin. Di hebûna leşkerên Tirk de ne tenê rola Mesûd Barzanî û PDK, rola aliyên din jî heye. Divê Başûrê Kurdistanê yek bin. Bila hemû xwedî yek helwest bin. Li hemberî Tirkiye, Îran û her cihek din.”

 

Pêdivî bi Kongreya Neteweyî heye

 Dr. Osman anî ziman ku di mijara yekîtiya gelê Kurd de lidarxistina Kongreya Neteweyî jî dikare rolek girîng bilîze û xwest hemû hêzên Kurd ji bo vê bikevin nav hewldanan. Dr. Osman got, “Îro li Rojhilata Navîn gûhertinên mezin pêk tên. Ger Kurd îro yekîtiya xwe saz nekin, yek nebin wê weke faktorek giring ji bo wan hesab jî neyê kirin. Ji bo wê jî divê li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî çêbikin. Kongreya Neteweyî pêk bînin.”




KOVAN REŞÎD/ROJNEWS/HEWLÊR