
Bi vî rengî qala wê kêliyê dike: “Wê rojê, dema min li televîzyonê temaşe dikir, min wêneyê gerîlayeke jin a çeka doçka bi kar danî, dît. Wê çaxê min hêza jinê ya li ser çekeke mezin dîtibû. Ev yek bû xeyala min yekane.” Û ew niha gerîla ye. Ew niha Bêrîtan a Doçka ye... Em li Avaşînê li Bêrîtan rast tên. Bêrîtan Amed li ser girê Şehîd Serdar û yek ji bilindtirîn girê Avaşînê ye, bi erka xwe radibe, herêmê diparêze.
Xeyala wê bi wê re mezin bû
Dema Bêrîtan Amed dibêje çîroka wê bi vê çeka niha bi kar tîne dest pê kiriye, em mîkrofona ajansa xwe jê re vedikin. Amed mîna gelek zarokên Kurd bi êşa derxistina ji cih û warên xwe mezin bûye. Di salên 1990’î de, malbata wê li ber zext û ferza cerdevaniyê rabû û koçî metropolan kir.
Amed destnîşan dike, ku yekane xeyala wê bûyîna gerîlayek doçka bi kar tîne û got, “Ji bilî gerîlatiyê, min digot ‘ez ê bibim jineke doçka bi kar tîne’. Ji aliyê din ve, dema min çekek ewçend mezin bi jinekê re dît, matmayî ma bûm. Min ji xwe re digot, ‘gelo wê hêza min têrê bike?’ Lê dîsa jî min dev ji xeyala xwe berneda. Bi rengekî bêsebir min dixwest mezin bibim û doçkayê bi kar bînim.”
AMARA ROJBÎN
ANF/BEHDÎNAN