Yekitiya Gaziyên Kurdistanê bal kişand di daxuyaniya ji bo Bêrîtan (Gulnaz Karataş) weşand de diyar kir ku li hemberî tevgera azadiya Kurdan “Divê em bibin Bêrîtanên demê.”Di daxuyaniya Yekitiya Gaziyên Kurdistanê (YGK) de wiha hate gotin; “Em di pêvajoyeke ku pir nêzî azadiyê ne re derbas dibin, ji bo serkeftinê tişta wek gelekî pêşeng ji bo hemu gelên bindest tê xwestin bi ruhê Bêrîtan tevgerîn û têkoşîn e. Em destpêkê di kesayeta Şehîd Bêrîtan de hemu şehîdan bi bîr tînin û em dibêjîn ku soza me wek her demê zindî ye hetanî roja azadiyê, roja serkeftinê dê her zindî be.  Mîrasa ku ew fedaî ji me re hiştine bersivandina wê bi tenê dikare bi wî ruhî her tim berxwedan esasgirtinê pêk bê. Ji ber ku PKK xwe li ser mîrasa wan şehîdan ava kiriye, militanên vê tevgerê jî li ser wan bingehan xwe di ber çavan re derbas dike, xwe nû dike û serkeftinan bidest dixe. Eger ev şahadetên mezin nebûna û têkoşîn li ser wan şahadetan bilind nebûna ne mumkin bû ku têkoşîna me bigihiştiya asta me ya îro.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku doh jî ew hêz hatibûn cem hev ku PKK tune bikin, îro jî dixwazin heman tiştî bikin, civîn li ser civînan lidar dixin da ku bigihijin encamek û hate ragihandin ku divê ji bo pûçkirina van planan “divê em bibin Bêrîtanên demê. Erka dikeve ser milê me Azadkirina Rêbertî be, moral û motîvasyona me ruhê Bêrîtan e.
Em bi van bîr û baweriyan Wek Gaziyên Kurdistanê bejna xwe di kesayeta Ş.Bêrîtan de li hemu şehîdan ditewînin, soza xwe careke din nû dikin û dibêjin serkeftin nêz e.”

YJA Starê Bêrîtanê bi bîr anî

Fermandiya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî da û gerîlaya PKK’ê Gulnaz Karataş k udi 25’ê cotmeha 1992’an de di dema pevçûnek li başûrê Kurdistanê de, ji bo keve dest xwe ji zinar de avêt û gihişt şehadetê bi bîr anîn. Di peyama YJA’yê de wiha hat gotin: “Fermandara pêşeng ya artêşa me ya jinan Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) bûye sembola berxwedan û azadiya jina kurd. Ruhê wê yê têkoşînê îro bûye xeta têkoşîna jina Kurd. Bêrîtan bi sekna xwe jineke mînak ya kurd bû. Bêrîtanê bi çalakiya xwe nîşan daye ku koletî û teslimiyetê tu carî qebûl nake û xwe ji zinar de avêtiye. Hevala Bêrîtan teslîmiyetî qebûl nekiriye. Artêşa YJA Starê ya jinan heta îro ji şopa Karataş de meşiyaye." 

 ANF/BEHDÎNAN