Di 24. salvegera şahedeta xwe de Berîtan (Gulnaz Karataş) li her deverê Kurdistanê hat bibiranîn.

Partiya Jina Azad a Kurdistanê (PAJK) bi daxuyaniyekê Berîtan bi bîr anî, gerîlayên Kerkûkê, xelkên Mexmûr, Rojava û Kurdên li Libnanê bi çalakî û merasîman şehîd Berîtan bibîranî.

Koordînasyona PAJK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, di şexsê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25’ê Cotmeha 1992’an de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dayî de, hemû ‘şehîdên şoreşê’ bibîr anîn.

Di daxuyaniya PAJK’ê de hat gotin, “Bêrîtanbûyîn perspektîf û navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e.”

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de, ji bo şoreşgerên jin ên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dayî, got, “Girêdana Jin Jiyan Azadî, li zemîna têkoşînê ya Azadiya Jinê ya Kurdistanê, bi ked û hewldaneke mezin, bi sekna têkoşer û tevkariya xwe, afirandin.”


Bêrîtan xeta jina azad e

PAJK´ê Bêrîtan weke xeta xwe ya berxwedanê bi nav kir û got, “Bêrîtan xeta jina azad e. Li dijî teslîmiyetê, li dijî her şêwe paşverûtiyê, li dijî sekna jinê ya koledar, sekna jinê ya zane, bi rûmet, serbilind, xwedî vîn û berxwedêr e. Navê tovê cîhaneke nû û azad e, ku rê li ber milîtaniya jinê ya azad vedike. Bêrîtanbûyîn li ser vê bingehê perspektîf û navê xeta bingehîn a felsefeya jiyana azad û jina azad e.”


PAJK û PKK partiyên şehîdan e

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “PAJK û PKK partiyên şehîdan in. Di nava şehîdên partiya me de, şehîdên leheng û fedaî yên ji hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn hene.”

Koordînasyona PAJK’ê got, “Her hevrêyên me yên şehîd, di şexsê xwe de rastiya çand û gelê xwe gihandie nava têkoşîna azadiyê û têkoşîna me veguherandiye zemîna biratiya gelan a rasteqîn. Ji Gulnaz Karataş heta Canda ya Tirk, ji Rojbîn a Ereb heta Hêlîn a Çerkez, ji Ronahî ya Elman heta hevrê Meryem, ji Arîn Mîrxan heta Rêvan Kobanê, ji Şîrîn Elemhûlî heta Viyan Caf, mîna kulîlkên rengîn, çanda têkoşîn û jiyana bi hev re, sekna xwe ya bi rûmet û berxwedêr afirandin.”

Daxiyaniya PAJK´ê weha bi dawî bû: “Di salvegera 24. a şehadeta wê de em hevrêya xwe Şehît Bêrîtan careke din bibîr tînin û ji bo dilsoziya bi xeta wê re, di pêşengiya jinê de gelê me wê li ber xwe bide û pêngava rizgariya demokratîk û avakirina jiyana azad bi serketinê tacîdar bike.”


Gelê Mexmûrê Bêrîtan bi bîr anî 

Li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) doh bi boneya 24. salvegera şahadeta gerîlaya PKK’ê Bêrîtan, merasîm hat lidarxistin. Merasîm bi beşdariya sedan kesî li salona konferansê destpê kir. Li wir endama Komîteya Jîneolojiyê Pelşîn Tolhildan li ser girîngiya rojê axaftinek kir û bernama merasîmê dewam kir. 

Tolhildan bal kişand ser felsefeya PKK’ê û wiha peyivî: “Wekî herkes dizane di felsefeya PKK’ê de teslimiyet û xiyanet nîne. PKK mirovên azad diafrîne. Heval Berîtan jî felsefeya PKK’ê a dijî teslimiyetê ya wê demê bi berxwedaniya xwe zindî kir. Hertim berxwedan û girêdana  Mazlum Dogan mînak girt. Rexmê şert û mercên wê demê, ji berpirsyariya xwe paşde neda û fermandariya şer kir.”

Piştî axaftina Tolhildan koma Şehîd Berçem, û koma Şehîd Delîla bi stranên xwe Bêrîtan bibîr anîn û piştre liser bîranîna Gulnaz Karataş (Berîtan Hêvî) sînevîzyon hat temaşekirin û helaw hat xwarin.


Gerîlayên li Kerkûkê Fermandara Mezin bi bîr anî

Gerîlayên li eniya Kerkûkê jî Gulnaz Karataş (Bêrîtan) a di 25’ê Cotmeha 1992’an de jiyana xwe ji dest dayî bi merasîmeke leşkerî bibîr anî.

Di merasîmê de fermandara gerîlayên HPG û YJA-Star Bihar Botan bi boneya bîranîna Karataş axivî. Botan, di şexsê Gulnaz Karataş de hemû gerîlayên di şoreşa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayî bibir anî û got, “Şehit Bêrîtan sembola berxwedanî û azadiya bêdawî ye. Şehîd Bêrîtan li hember xiyanetê heta  fîşeka xwe ya dawî şer kiriye û rêya azad, vîna azad nîşanî hemû dijmin û cîhanê daye.  Îro şerê ku şervanê azadiyê li her çar parçeyên Kurdistan’ê didin meşandin, çavkaniya xwe bêguman ji berxwedanî û cesareta Ş. Bêrîtan girtiye.”

Piştî merasîmê gerîlayên HPG û YJA-Star’ê bi çalakiyên hunerî, bi şano û stranan Gulnaz Karataş (Bêritan) careke din bi bibîr anî.


Ji Berîtan heta Arîn Mîrkan xeta jinên azad didome

Li Serêkaniyê Rêxistina Yekîtiya Star li navenda Çand û Hunerê ya Waşokanî ku bi wêneyên tekoşer Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û wêneyên tekoşerên azadiyê hatibû xemilandin, li ser jiyana têkoşer Bêrîtan sînevizyonek pêşan da.

Rêxistina Yekîtiya Star a bajarê Til Temirê bi beşdariya gelek jinan civînek li dar xist û li ser jiyana têkoşer Bêrîtan sînevîzyonek pêşan da.

Civîn li salona Tevgera  Çand û Hunerê ya Til Temirê bi beşdariya Rêvebera Rêxistana Yekîtiya Star a bajarê Til Temir Çinar Yûsif, Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a Kantona Cizîrê Welîde Botî û dehan jinên bajêr hate li darxistin.

Li Girkê Legê jî bi heman armancê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlan bernameya bîranînê lidar xist. Di bernameyê de ku ji aliyê Yekîtiya Star ve hate organîzekirin, gelek jin amade bûn. 

Li Kobanê jî li avahiya RêxistinaYekîtiya Star semînerek hate lidarxistin. Di semînerê de ku gelek jin tevlîbûn, piştî rêzgirtinê, Endama Yekîtiya Star Sara Xelîl axivî lehengiya têkoşer Bêrîtan anî ziman. Sara diyar kir ku berxwedana jina Kurd a li Kobanê jî hêza xwe ji berxwedana jinên Kurd ên wekî Bêrîtan werdigire û got: “Îro li Kobanê bi dehan jinên Kurd yên ku wekî têkoşer Bêrîtan canê xwe kirine fedayî welat, derketine holê.”

 

Li Beyrûdê merasîma bîranînê

Kurdistaniyan li paytexta Libnanê Beyrûdê jî merasîma bîranînê lidar xist. Merasîma ku ji aliyê TEV-DEM û Weqfa Çandê ya Newrozê ve hate organîzekirin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.  Bi dehan kes tevlî merasîmê bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşer Bêrîtan li cihê merasîmê hatin daliqandin. Endamê Weqfa Newrozê Cemal Hesen li vir axivî û diyar kir ku rihê Bêrîtan di berxwedana Kobanê de bi destana Arîn Mîrkan dewam kiriye.

Rêvebera TEV-DEM’ê Pîroz Cudî jî diyar kir ku têkoşer Bêrîtan temsîla jina berxwedêr û azad dike û got: “Şehîd Bêrîtan nîşan da ku ji bo jina Kurd tenê rêyek heye û ew jî li dijî xiyanet û terorê berxwedan e. Merasîm bi pêşandana belefîlma li ser jiyana têkoşer Bêrîtan bidawî bû.