Wêjeya nivîskî çavkaniya xeyalên civakê, hest u ramanên civakê, dewlemendî û bikaranîna zimanekî nîşan dide. Lê wêjeya devkî bixwe nasnameya civakekê ye. Gelê Kurd weke welatên cihanê derfet nedîtiye ku bi zimanê xwe bixwîne, fêrî çand û hûnera xwe ya Kurdewariyê bibe. 

Dagirkerî, talan û jenosîdan zimanê Kurdî jî tune kirine. Cihê ku ji wan re maye nava malê ye. Di nava malê de jî jin û zarok hene. Ji ber qedexeyên li ser zimanê Kurdî, xwendin û nivîsandina wêjeya Kurdî pêş neketibû. Li hemberî qedexeyên dagirkeriyê li ber xwe daye û herî zêde bi awayê devkî pêş ketiye. Di şevbêrkên civakê de qala hemû hest û serpêhatiyên civakê dikin. Li her gundekî şevên dengbêjan çêdibin. Êş û janên civakê, xeyal, hêvî û daxwaziyên wan di heyranok, stran, çîrokan de tên zimên. Ew li nav civakê belav bûne. Her yek ji wan ji wêjeya Kurdî re bûye hîmek û dewlemend kiriye. 

Ew çîrokên ku me ji dê û pîr û kalên xwe guhdar dikirin, belkî jî hêvî û serpêhatiyên wan bûn. Ya evîndar, ya serî hildida, ya berxwe dida belkî ew bûn. Kes tunebû çîrokên wan binivîse. Lê wan dîwanên xwe di hişê zarokên xwe de nivîsandin. Ji ber vê yekê dayîk, bûne parêzekên zimanan. Eger zimanê gelekî zindî be, ew gel zû bi zû namire. Jiber vê yekê gelê Kurd tevî hemû qirkirin, kuştin û asîmîlasyonê tune nebû. Dayîkên me ne tenê zimanê Kurdî parastin, her weha pêre, çand, hûner û hebûna gelekî jî parastin. 

Kesek ji me tuneye ku bi lorîkên dayîka xwe ji xew ne çûyîbe. Gelek ji me bi çîrokên dê û dapîrên xwe di şevên dirêj yên zivistanê de di xew re çûne. Gelek caran ew çîrokên dayikên me ketine xewnên me. Bûne weke bîranînen zaroktiya me, bi vî awayî me jî ji nifşên din re gotine û hatine heya îro. Di navbera dîrokê û îro de bûne pirek. 


Sembolên di wêjeya devkî de 

Di çîrok û destanên devkî de çend sembolên sewalan hene ku zêde cîh digirin. Ji wan yek gur e. Gur sembola xirabî û xayintiyê, hesp jî ya egîti û lehengiyê ye. Kew ku zêde tê bikaranîn carna sembola xweşikbûn û nazikbûnê ye, carna jî ya xayiniyê ye. Di wêjeya devkî de çiya cîhê herî girîng digire. Hema hema di heman çîrok û destanan de cîhê çiya taybet e. Ji çîroka Siyabendê Silîvî, Cembeliyê Hekarî bigirin heya lorikan bingeha xwe dispêrin çiya. Taybetmendiya çiya di jiyana Kurdan de gelek fireh e. Çiya di hemu rojên teng de singa xwe ji Kurdan re vekirine û wan li hember qirkirin, kuştin û xetereyan parastine. Kurdan jî wan weke dayikên dilovan dîtine, bi dilekî rehet pala xwe dane wan.

Her çiqas di wêjeyê de cîhekî jinê yê taybet hebe jî, jin cihê xwe yê şayan negirtiye. Bandora têgihiştina civaka baviksalarî tim tê ditîn. Tê gotin ku dengbêjî di destpêkê de karê jinan bûye. Di şîngeran, dawetan an jî şevbêrkan de jin dengbêj bûn. Lê bi bandora têgihiştina civak û olê bi demê re ev kar ji jinan re bûye fedî lê ji mêran re bûye kar. Ji xwe dema ku karek ji jinan re dibû eyb, gûneh êdî ew jê dûr diketin. Bi vê yekê rê li wan dihate girtin. Cûdahiya di navbera keç û lawan de jî hûner û serfiraziya jinê asteng kiriye. Mêr herdem bûye şêr, jêhatî, bikêrhatî, jin jî bûye sûxrekar, barê civakê rakiriye, jan kişandiye. 

Di destan û çîrokan de evîndarî gelek caran bi trajediyê bi dawî dibe. Jin xwedî soz û biryara xwe ye. Keça evîndar xayintî li evîndarê xwe nake. Weke wêjeyên welatên din, di stranên Kurdî de jî mijara serekê evîndarî ye. Di kilam û heyranokan de evîn bi hestên xurt tê ziman. Kilamên klasîkên Kurdî yên weke, Krîvê û Lawikê Metînî çend ji wan in. 


Pêşî li jinê hatiye girtin 

Gelek keçên Kurd ku têra xwe jîr û jêhatîne derfet nedîtine ku bixwînin, pêşî li wan hatiye girtin. Heger ku wekhevî hebûya bawerim we niha wêjeya Kurdî ji nîvî zêdetir nivîskarên jin bû ya. Heger ne ji ew zext û zagonên desthilatdarî, ol û civakê bûye niha jin di her deverên jiyanê de xwedî cihek girîng bûn. Bi pêşîgirtina jinê, pêşî li zimanê Kurdî, çand û wêjeya Kurdî jî tê girtin. Tevî van astengiyan, gelek jinên Kurd ev dîwarên li pêşiya wan hatibû danîn hilweşandin, jîrbûn û gav avêtin. Hunermendên jin ên weke Meryemxan, Ayşe Şan ji wan in. 

Her weha bi dehan destanên Kurdî nivîskî û devkî hene ku jin tê de cihekî girîng digire. Di destanên devkî weke, Zîna Zedan, Siyabend û Xecê, Binevşa Narîn, Cembeliyê Mîrê Hekariyan, Mem û Eyşê, Zembîlfiroş, Seva Hecî, Fatîma Salih Axa û hwd. de jin serkêşiya berpirsiyariyê dikin û li dijî neheqiyê radiwestin.

Di çîroka Kurdî de jî dîsa jin rola sereke dilîze. Ne tenê ji hela gotinê ve di warê nivîskî de jî ew bixwe di nava çîrokê de ye.


Em ji pêşxistina Kurdî berpirsyar in

Li gel hemû astengiyan balkêşe êdî li pirtûkxaneyan de berhemên Kurdî yen nivîskarên jin cîh digirin. Jina Kurd ku zimanê dayîkê û wêjeya devkî parastiye îro di wêjeya nivîskî de jî cîh digire û zimanê Kurdî pêş dixe. Êdî derfetên wêjeya Kurd zêde dibe ev gavekî erênî ye. Gelek berhemên dîrokî, civakî, helbest û her weha pirtûkên zarokan hene û roj bi roj zêde dibin. Di vî warî de dîsa barê herî giran li ser milê dayîkan e.  Ji aliyê din ve divê wêjeya Kurdî bibe berhemên nivîskî jî. Çîrokên devkî divê bêne nivîsandin da ku nifşên nû karibin bixwînin,  binasin û bigihînin nifşên din. Lekolînên li ser çîrok û destanên devkî divê zêdetir û berfirehtir bibin. Nivîskar li gel çîrokên gelêrî divê yên nû jî binivîsin. Werger zimanan dewlemend dike. Her weha her çîrokek ku Kurdî divê wergerînin zimanên din û ji zimanên din jî wergerînin Kurdî. Lewra divê çirokên li ser jiyan û çanda Kurdewariyê hebin. Ew êdî ne bi rêya dengbêjiyê her weha bi rêya wêjeya nivîskî bigihêje rojên pêş û nifşên din jî karibin bi wan mezin bibin. Bi vê yekê çanda Kurd û nirxên netewî nas bikin. Dema çîrokek derheqê jiyana zaroktiyê li gundan, bi çira û find, bi kanî û bexçe, razana ser text li ser baniya, bênder, paleyî, şevbihêrkan hebe wê nifşên nû baştir fêr bibin ku dê û bavên wan zaroktiyeke çawa derbasî kirine û çawa jiyan e. Ango çîrokên zarokên Kurdan yên jiyan û çandeke din be ew nikarin xwe di nav wê çîrokê de bibînin. Hestên bijîn nîvçe bimînin. Hişmendiya zarokan zêde pêş naxe, bandorê li ser wan nake. Zarok, exlaq û hişmendiyeke pêşketî piranî ji çand û zimanê dayika xwe digire. Ji ber vê yekê herî kêm her şevek xwendina çîrokeke Kurdî, her rojek gotina kilam û straneke Kurdî mafekî sereke yê zarokên Kurd e. Divê dê û bav wan ji vî mafî bê par nehêlin, xwedî li zarok û hebûna xwe derkevin.