Komûn ava dibin
Ayşe da zanîn ku ew di serê meha nîsanê de ji bo çêrandina pezê xwe derdikevin zozanan û wiha got: “Bax û bîstanên me hene. Em diçin pezê xwe didoşin berhemên ku em ji pezê xwe digirin em hem ji bo xwarina xwe hiltînin û yên mayî jî difroşin.” Ayşe destnîşan kir ku hebûna şer li van herêman çanda zozanan û bêrîvaniyê qedandiye û wiha domand: “Em tên gundê xwe yê ji aliyê dewletê ve hatî şewitandin û wêrankirin zozanvaniyê dikîn. Em di nava rojê de bi giştî 5 sed kîlo şîr didoşin. Em ji hiriya pezê xwe jî gore û livasan çêdikin. Lê dem hatiye guherîn mirov êdî li şûna wan livasên dest yên ji hiriya pez tên çêkirin tiştên bi mekîneyan tên çêkirin zêdetir tercîh dikin. Malbatên ku derfetên wan yên aborî kêmin kevilê pez çêdikin hem difiroşin û hem jî ji bo nava malê dixebitînin. Vê xebatê hemû jin bi destên xwe dikin. Dema ku çiyayên me azad bibin dê hilberîn jî zêde bibe.”
Keda bêrîvanan
Emîne Elî jî diyar kir ku ew bi goşt û şîrê pez mijul dibe. Emîne anî ziman ku hemû keda wan bi bêrîvaniyê reng dibîne û wiha got: “Em di mehên nîsan û gulanê de tên zozanên xwe û 3 mehan li van zozanan dijîn. Di dema dotina pez de em di serî de rûdinin û sohbetê dikin. Bi vê sohbetê re girêdanek bêhempa di nava me bêrîvanan de çêdibe.” Emîne da zanîn ku ew li hemberî hemû zorî û talûkeyan jî çanda xwe ya zozaniyê berdewam dikin û axaftina xwe wiha domand: “Li Zozanan di saet 05.00’an de roj dest pê dike. Em rojê du danan pez didoşin. Em şîrê xwe dibin di konan de bi kar tînin.”
JINHA/ŞIRNEX