6 aktîvîstên Elman ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê û ji bo şermezarkirina bêdengiya çapemeniya Elman û hikûmeta Federal li Berlînê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan da destpêkirin.

Li Strasbourgê 14 çalakgerên Kurd ev 117 roj in di grevê de ne, weke Îmam Şîş ê li Newporta Welatê Galiyan. Li Berlînê jî 5 çalakger greva xwe ya birçîbûnê dewam dikin ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan. Ji bo destekkirina çalakgeran û daxwaza wan, li paytexta Elmanyayê Berlînê 6 aktivîstên Elman jî dest bi greva birçîbûnê ya 72 saetan kir.

Li Berlînê 6 aktivîsên Elman ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên zindanên Kurdistanê û Tirkiyeyê, û li gelek deverên cihanê doh sibehê dest bi greva birçîbûnê kir.

Çalakiyê bi dirûşma “Leyla-Têkoşîna di dilê me de ye” hate organîzekirin û li meydana Heinrichplatzê ya navçeya Kreuzbergê bi daxuyaniyeke çapameniyê dest pê kir. Li meydanê konek hate vedan û greva birçîbûnê ya ji bo 72 saetan dest pê kir.

Aktivistan bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan û got, “Heke tecrîd rabe û pêvajoya diyalogê dest pê bike, bi ya me ev ê bi rengekî pozîtîf bandora xwe li ser gelên Rojhilata Navîn nîşan bide.”

Ax bêdengiya çapemeniya Elman

Aktivîstan pankarta “Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” a bi wêneyê Leyla Guven hildan, bi alayên YPG-YPJ’ê daxuyanî da û got, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê di rewşeke gelekî krîtîk de ye, daxwazên Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê meşrû ne û bal kişand ser helwêsta medyaya Elman û Hikûmeta Federal ya li biwara tecrîdê û grevên birçîbûnê bêdeng in.

Aktîvîstan got, “Çapemeniya Elman bêdeng e, Hikûmeta Federal jî ji bo ku peymana penaberan û ya çekan a bi Tirkiyeyê re neêşîne, naxwaze vê berxwedanê bibîne. Divê medyaya Elman dawî li vê bêdengiyê bîne û hikûmet demildest tevbigere.”

Aktîvîstan her wiha xwest ku dewleta Elman zexta li ser tevgera azadiyê ya Kurdan bi dawî bike û bang li hemû dilxwazên demokrasî û azadiyê kir ku piştevaniyê bikin. Daxuyanî bi dirûşmên ‘’jin jiyan azadî’’ û bi Elmanî bi dirûşmên ‘’Ji Ocalan re azadî’’ qediya.

Di çarçoveya organîzasyona Komîteya Berxwedanê ya Berlînê de, şemî (îro) û yekşemê (sibe) saet 16.00’an ji bo ku balê bikişînin ser tecrîdê wê çalakiyên curbecur werin kirin.

 

BERLÎN