Yên serdema Asûriyan in
Derbarê çawaniya dîtina wan bermayan de Babekir wiha got: “Dema mamostayê dibistanekê xebatên lêkolînê dikirin, parçeyên çend tiştên dîrokî dîtin. Wê demê xwendekarekê ji mamosta re got ku tiştên wekî wî di nava zeviya wan de jî hene. Li ser vê yekê lêgerînê dest pê kir.”
Babekir diyar kir ku piştre mamostayên wê dibistanê çûn wî gundî û ew bermayên dîrokî bi çavê xwe dîtin. Berpirsê Şûnwariya Hewlêrê ragihand ku ew tişt li gundekî derdora Hewlêrê hatine dîtin û navê wî gundî nehat eşkerekirin. Navbirî diyar kir ku ew tişt radestî Mûzaxaneya Giştî ya Hewlêrê hatine kirin.
Dê xebat bidomin
Berpirsê Şûnwariyê yê Hewlêrê Nadir Babekir diyar kir ku her çendî hê lêkolîn li ser wan bermayan nehatiye kirin, lê li gor lêkolînên despêkê dîroka wan vedigere serdema Asûriyan. Babekir got ku wê di rojên pêş de lêkolînên wan berdewam bikin û dibe ku hinek tiştên din jî bibîn.Derbarê tiştên ku hatine dîtin de jî, Nadir Babekir wiha got: “2 mor, 2 ber, wêneyek, parçeyek nivîsa Asûrî ya li berekê, parçeyên cerikan, hinek parçeyên hestiyan û gelek tiştên din.”
Hîna pir in
Berpirsê Şûnwariyê yê Hewlêrê Nadir Babekir di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku cihê ew berma lê hatine dîtin, herêmekî çandiyê ye û wiha got: “Tirsa wê malê ji dagirkirina erdê wan a ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hebû.
DÎHA/HEWLÊR
Berhemên dîrokî hatin zeftkirin
Li Başûrê Kurdistanê bermahiyên dîrokî li naverastê mane. Ev bermahiyên ku qîmeta wan zêde ye, kesên qaçaxiya va tiştên dîrokî dikin, ew bi pereyên zêde difiroşin.
Bi vê riyê bermahiyên dîrokî yên li Kurdistanê dibin derveyî welêt. Rêveberê Asayişa Raperînê li bajarokê Çarqurnê du perçe berhemên dîrokî yên qaçax ku di mala hemwelatiyekê de bûn girtin.
Du berhemên dîrokî ne
Li gor nûçeya Basnewsê çend roj beriya niha asayişa Ranyê li gor madeya 44 a yasaya cezayên Îraqê, ew hemwelatî girtiye. Rêveberê Asayişa Raperînê ragehand ku piştî wergirtina zanyariyan û bi fermana dadwerê dadgeha Ranye tawanbarê bi navê (R.P.H) ku şêniyê Çarqurnê ye di mala wî de binçav kirine û du perçe berhemên dîrokî di mala wî de desteserkirine. Hîna nayê zanîn ka ev her du peyker çiqas kevin in û yên kîjan serdemê ne. Lê belê tê gotin ku her du berhem jî gelek kevin in û divê bên parastin.
RANYA