Di çarçoveya jinûve avakirina Kobanê û paqijkirina herêmê ji bermahiyên şer, ekîbên şaredariyên Bakûrê Kurdistanê û Şaredariya Kobanê xebatên xwe didomînin. Xebatên vekirina rêyan û paqijkirinê ku ev zêdetirî 2 mehan e didomîn, berbi dawiyê ve diçin. Heta niha 3 ekîb ji Bakûr hatine karê paqijiyê dikin.

Koma sêyemîn a şaredariyên Bakûr ku di 14’ê gulanê de derbasî Kantona Kobanê bibû, di 15’ê gulanê de  li gel şaredariya Kobanê wekî 3 ekîban dest bi xebatan kiribû.

Berpisyarê Şaredariya Kantona Kobanê Mehmed Demir destnîşan kir ku kolanên Kobanê sedî 90 hatine vekirin û xebata wan hîn berdewam dike.  


ANHA/KOBANÊ