Fermandara operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê Rojda Felat, derbarê rewşa dawî li bajarê Tebqayê agahî dan. 

Rojda Felat destnîşna kir ku ji ber metirsiya li ser sivîlan ew pir bi baldarî tevdigerin û lewma pêşveçûyîna  şervanan di bajarê Tebqayê de giran bûy û got:”Ji sedî 95 di bin kontrola me de ye. Lê nûceyên ku dibêjin bajarê Tebqayê  bi temamî rizgar bûye ne rast in”

Fermandara operasyonê diyar kir ku jî pêr êvarî ve li taxên (Hey Ewwel, Hey Tanî û Hey Salis) şerên dijwar rû didin û çeteyên DAIŞ`ê  gelek kesên sivîl rehin girtine.

Rojda Felat got ku ji ber metirsiya li ser sivîlan ew pir bi baldarî tevdigerin û lewma pêşveçûyîna  şervanan giran bûye.


‘Sê cihan hatin paqijkirin’

Fermandar Felat got :”Şervanan şevê din nexweşxaneya wetanî, navenda paqijkirina avê û navendên çekirina malzemeyên inşaatê ji çeteyan paqij kirine. Niha  jî şer li taxa Hey Ewwel dijwar bûye û heta niha herî kêm 20 çete hatine kuştin”.

Fermandara operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê Rojda Felat, da xuya kirin ku serê sibehê çeteyan ji bajarê Meskenê bi hejmareke mezin êrîşî hêzên wan kir û wiha pê de çû:”Êrîş zêdetirî 4 saetan ajot. Êriş niha hatiye şikandin û şervanan tangek çeteyan desteser kirine. Niha jî li her sê taxan şerên giran hene “.

Rojda got ku ji bo rizgar kirina sivîlan ew ê behnfireh tevbigerin.


Ji sedî 95 paqij bûye

Derbarê pirsa ku bajarê Tebqayê bi giştî rizgar bûye yan na de, Rojda felat got:”Ji sedî 95 di bin kontrola me de ye. Lê nûçeyên ku dibêjin bajar bi temamî rizgar bûye ne rast in. Hîna sê tax û bendav maye. Ji şevê din ve li wan deran şer heye û  çete di wan deran de asê bûne”.

Fermandar Rojda Felat di dawiya axaftina xwe de got:”Çeteyan sivîl rehin girtine. Lewma me heta niha nikaribû mizginiya rizgarbûna Tebqayê bidin. Lê hêzên me bi biryar in û em ê bajar û bendavê ji çeteyan paqij bikin. Mizginiya xêrê em ê di demek nêzik de bidin gelê xwe”.


'Piştî Tebqa dor a Reqayê ye‘

Berdevka Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku niha dora Reqayê ye, banga ne tirsin li gel û banga teslîm bibin li DAÎŞ’ê kir. Cîhan Şêx Ehmed, diyar kir ku wan di 21’ê Adarê de operasyona Tabqayê dane destpêkirin, Ehmed, da zanîn ku bendavê dema operasyonê dirêj kiriye û wiha got: “Em naxwazin gelê me zirarê bibine. Dema me cihek rizgar kir dixwazin bixin bin xizmeta gel. Me operasyonên xwe yên nava bajar bi vê mantiqê dan meşandin. Çeteyên DAÎŞ’ê her cih mayînkirine. Ji ber wê me li taxê rizgar kirî xebatên lêgerîn û lêkolînê dan meşandin. Tabqa navenda DAÎŞ’ê bû. Me bihezaran welatiyên li wir bûn ji bindestiyê rizgar kirin.”

Ehmed, destnîşan kir ku piştî Tabqayê ew ê bimeşin Reqayê û wiha axivî: “Rizgarkirina Reqayê dê bibe serkeftina gelên cîhanê. Em bang li geleye Reqayê dikin. Dê hewl bidin gel bitirsînin. Ji ber wê ber bi herêmên em lê be ve werin. Em ê êdî destûr nedin ku gelê me êş bikişîne. Em ji vir bang li çeteyên li navenda Reqayê ne jî dikin. Çekên xwe deynin û teslîm bibin. Ev şer têkoşînek mafdare û em ê biserkevin. Ev şerekî azadiyê ye. Şerê ji rizgarbûna koletiyê ye. Em firsendekê didin wan jî. Werin teslîmî hêzên QSD’ê bibin. Ji bilî vê rizgarbûna wan tune ye.” 


 REQA