Her du alî dê du rojan ji bo çareseriya pirsgirêka  ku ji ber sedema xebatên Nukleera Îranê dest pê kir, li çareseriyê bigire. Îran ji bo ku pêkanîn rabibin, dayîna peyamên lihevkirinê didomîne. Wendy Sherman ku di muzakereyên Nukleerê de Amerîkayê temsîl dike da zanîn ku ji bo di van hevdîtinan de pêşveçûn pêk were divê ambargoya li ser Îranê were sist kirin.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Cevad Zarîf got pirsgirêka nukleerê dikare bê çarserkirin û armanca wan eve ku dîwarê bêbaweriyê hilweşînin.
Nûnerê Yekitiya Ewropayêya Bilind Catherîne Ashton, Mîchael Mann jî axivî û got ger Îran bi rastî ji bo çareseriya pirsgirêkê amade be, wê demê tiştên ku me heta niha gotiye emê ji nûve eyar bikin. Tê xwestin ku Îran faliyetên dewlemendkitiya uranyumê kêm bike. Her wiha li beramberê vê tê xwestin ku ambargoyên li ser wan bê rakirin.

CENEVRE