5 hezar û 912 kesan wek bernamzet ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên hersê herêmên Bakurê Sûriyê daxwaznameyên xwe pêşkêş kirin. Ji van 546 bernamzetên serbixwe ne, yên din jî di nava lîsteyên hevgirtinan de ne.

Komîseriya Bilind a hilbijartinan a hersê herêmên Bakurê Sûriyê, demek ji bo wergirtina daxwaznameyên bernamzetên hilbijartinên rêveberiyên herêmî destnîşan kiribû ku ji 17`ê Cotmeha derbasbûyî heta 31`ê wê mehê bû. Paşê li ser daxwaznameya aliyên siyasî û hevpeymaniyan, komîseriyê dema wergirtina daxwaznameyên bernamzetan heta 5`ê Mijdarê, dirêj kir.


Herêma Cizîrê

Hejmara tevahî daxwaznameyên bernamzetên herêma Cizîrê, gihişt 3 hezar û 149 bernamzetan. Ji van 367 bernamzetên serbixwe ne û yên din jî li ser du lîsteyan, lîsteya Netewa Demokratîk û lîsteya Hevbendiya Niştimanî, hatine belavkirin.

Ev bernamezet li gorî kantona wiha ne, li kantona Hesekê, hejmara benamzetan gihişt hezar û 520 kesan, 162 ji wan serbixwe ne. Li kantona Qamişlo jî bi tevahî hejmara bernamzetan hezar û 659 kes in, ji wan 205 serbixwe ne. 


Herema Efrînê 

Li herêma Efrînê jî, hejmara bernamzetan gihişt hezar û 550’an. Ji van 82 bernamzetên serbixwe ne û yên din jî li ser herdu lîsteyan belav dibin.

Li kantona Efrînê, hejmara bernamzetan bi tevahî  hezar û 273 ne ji wan 68 serbixwe ne. Li kantona Efrînê ji bilî lîsteyên bernamzetên serbixwe sê lîsteyên din hene, lîsteya Netewa Demokratîk, lîsteya Partiya Demokratîk a Kurd (yekîtî) û lîsteya Hevbendiya Demokratîk a Suriyê.

Li Kantona Şehba jî, hejmara bernamzetan bi tavahî gihişt 277 , ji wan 14 serbixwe ne û yên din jî Ii ser lîsteya Şehbaya Pêşerojê û lîsteya Partiya Demokratîk a Kurd (yekîtî), belav bûne.


Herêma Firatê

Hejmara bernamzetên herêma Firatê jî, bi tevahî hezar û 213 in. Ji wan 97 serbixwe ne, yên din jî li ser lîsteyan belav bûne.

Li kantona Kobanê, hejmara bernamzetan gihişt 722 bernamzetan ji wan 60 bernamzetên serbixwe ne. Li kantona Kobanê du lîste hene yek a Neteweya Demokratîk û ya din a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ye.

Li kantona Girê Spî (Til Ebyed) jî hejmara bernamzetan gihişt 491 bernamzetan, ji wan 37 serbixwe ne û yên din jî ser bi lîsteya Neteweya Demokratîk û lîsteya Partiya Çeb a Kurd in.


Qonaxa pêşî pêk hatibû

Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî, tê payîn di yekê meha Kanûna Pêşîn de bên pêkanîn. Hilbijartinên Meclîsên Rêveberiya Herîmî qonaxa duyem a hilbijartinên Federaliyê ye ku dabeşî 3 qonaxan hatiye kirin. Ya yekem hilbijartinên serokên komînan bû, paşê qonaxa hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî û qonaxa sêyem jî hilbijartinên herêman û kongreya Gelan a Demokratîk e. n ANHA