Bi wesîleya girtîna 258 kesên ku destê wan di komkujî û enfalkirina Kurdên Başûrê Kurdistanê de heye û li Kurdistanê dijîn, li ber avahiya Encûmena Dadweriyê ji aliyê 15 rêxistinên civakî ve daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku pêwîste li gorî zagonên seza kesên ku destê wana di enfal kirina Kurdan de heye werin seza kirin. Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku di 20’ê Adara 2007’ê de Dadgeha Bilinda Tawanan ya Iraqê biryara girtin û sezakirina kesên destê wana di komkujiya Kurdan de heye hatibû derxistin. Jibo vê yekê ji Encûmena Dadweriyê hate xwestin ku van biryaran di demek ji ya din zûtir bîne cih, kesên tewanbar werin sezakirin û kesên bê tawan jî serbest werin berdan.
Piştî daxuyaniyê çalakvanan xwestin bi nûnerê Encûmenê Dadweriyê re hevdîtin pêkbînîn lê bi hinceta ne amadeye hevdîtin pêknehat. Çalakvanan dan diyar kirin ku heta tawanbar necin ber dadgehê ewê çalakiyên xwe bidomînin.
DÎHA/HEWLÊR