Li gorî agahiyên ku çavkaniyek Asayîşa Efrînê dan, El Partî ya ku pêşengtiya wê Ebdulhekîm Beşar û Partiya Azadî ya girêdayî Mustefa Cuma li avahiya El Partî ya Efrînê civînên veşartî lidardixin û planên êrîşên li ser herêmê çêdikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ev yek ji aliyê endamên herdu partiyan ên ku ji ber êrîşên bombeyî hatibûn binçavkirin ve hatiye îtîrafkirin. Çavkaniyên Asayîşê anî ziman ku kesê bi navê Beyazit Muhamed Mehmo (Bozan) tê nasîn û teqîna li pişt rawestgeha Efrînê pêk aniye, piştî hat binçavkirin îtîraf kiriye ku berpirsyarê planên êrîşên Efrînê kesê bi navê Siyamend Birîm Îbrahîm e.
Asayîşê destnîşan kir ku berpirsyarê Partiya Azadî yê Efrînê Ebdurrehman Neesan ku ew jî hatiye binçavkirin, îtîraf kiriye ku wan piştî teqîna li rawestgeha Efrînê ya di 5’ê îlonê de pêk hatibû, li avahiya El Partî civîna veşartî li dar xistiye û planên êrîşên din çêkirine. Çavkaniyê Asayîşê got ku ew ê wekî Asayîşa Efrînê di rojên pêş de der barê mijarê da agahiyên zelal bidin raya giştî. 

EFRÎN