Sazî û partiyên Kurdîstanî derbarê komkujiya Mitînga Aştiyê a ku li Enqerê hat lidarxistin û di encamê de 120 kes jiyana xwe ji dest dan û 516 kes jî brîndar bûn de ji bo şermazerkirina bûyerê daxuyani weşandin û di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku kujer ne nepenî ye berovajî aşkere AKP û Gladyoya Qesrê ye.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî komkujiya li Enqereyê got ku bê bandorkirina zîhniyet û polîtîkayên tevkujer, ancax bi pêşxistina têkoşîna demokratîk mimkun e û piştî vê komkujiyê hemû hêzên demokrasiyê, gelên me û gelê Kurd divê rabe ser piyan vê komkujiyê û kesên ev komkujî pêk anîne protesto bike. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ku têkildarî komkujiya Enqereyê daxuyaniyek da ev xisûs destnîşan kir: “Di pêvajoya hilbijartinê de piştî Amed û Pirsûsê komkujiya 3’emîn a mezin pêk hat. Ev zîhniyet ku di mehên dawî de piştî li Cizîrê, Farqîn, Nisêbîn, Şirnex li gelek bajar û navçeyên weke wan komkujî pêk anî, îro li Enqereyê komkujiya herî mezin a pêk anî. Di mîtînga aştiyê ya Enqereyê de nêzî 100 mirovên me yên demokrat û kedkar hatine qetilkirin û bi sedan birîndar bûne. Em ji malbatên şehîdan, hêzên demokrasiyê û gelên me re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re şifaya lezgîn dixwazin.”

Dixwazin atmosfera şer de herin hilbijartinan

KCK’ê da xuyakirin ku berpirsyarê vê komkujiyê teqez hikûmeta AKP’ê ye û bi vî rengî dewam kir: “Zîhniyeta AKP’ê, polîtîkayên AKP’ê yên hundir û derve Tirkiye aniye vê nuqteyê. AKP nikare vê komkujiyê biavêje ser rêxistinên din û xwe xelas bike. AKP bi van rêxistinên ku dixwaze komkujiyê biaveje ser wan re bûye yek. AKP, bi DAIŞ û hwd. bi zîhniyet û polîtîkayan ketiye nav hevkariyê.  AKP, di atmosfera hebûna rêxistinên weke DAIŞ’ê re berê diçe bi ser hedefên xwe û dixwazin van hedefên xwe bipelçiqîne. Êdî gotina, ev çalakî ji aliyê DAIŞ an jî vê û wê rêxistinê kiriye, tê wateya  berovajîkirina rastiyan. Komkujiyên wiha ku li hember hêzên civakî û siyasî yên AKP wan hedef nîşan dide ku pêk tên, derdxe holê li pişt vê hêzê kî heye. Hikûmeta AKP’ê vê û wê rêxistinê ku wek maske bikar tîne dixwaze hêzên muxalif ên li hember wê di nav helwesteke herî aktîf de ne, beralî bike.”
Her wiha KCK’ê destnîşan kir ku di demeke ku tevgera wan wê biryara bêçalaktiyê biragihîne de ew komkujî pêk hatiye û wiha dewam kir: “Hikûmeta AKP’ê dixwaze di atmosfera şer de bikeve hilbijartinê û li ser vê esasî desthilatdariya xwe bidomîne. Ji ber dîtiye ku di nav şert û mercên asayî de hilbijartineke ku pêk bê wê winda bike serî li rêyeke wiha daye. Dema girêdana van komkujiyan a bi hilbijartinê re bê dîtin fail jî kî ye wê aşkera derkeve holê. Divê mirov li cihekî din li fail negere. Failê vê komkujiyê Erdogan û ekîba wî ya kontrgerîla ye. Weke di çapemeniyê de bi dehan caran hatiye ziman Gladyoya Qesrê ye.”

Pêwîst e hesab were xwestin

KCK derbarê biryara bêçalakiyê û israra AKP’ê a şer de wiha ragihand: “Çawa hat bihîstin ku wê tevgera me bêçalaktiyê îlan bike, ya destpêkê ji vê aciz bû hikûmeta AKP’ê û Gladyoya Qesrê bû. Yalçin Akdogan ê di nav Gladyoya Qesrê de cih digire bi gotina, ‘Zikê me ji tiştên wiha re têre’ bê di nav zîhniyeteke siyasî û pêkanîneke çawa de ne, nîşan daye. Nexwestina hilbijartin di nav ewlekariyê û bê pevçûn de pêk bê, rûyê rastî yê hikûmeta AKP’ê bi her awayî raxistiye ber çavan.
Bêbandorkirina zîhniyet û polîtîkayên ev komkujî û şer derxistiye holê, ancax bi pêşxistina têkoşîna demokratîk mimkun e.
Pêwîst e gelên me bi çalakiyên xwe yên demokratîk hesab ji van berpirsyarên komkujiyê bixwazin. Vê komkujiyê ji bo demokratîkkirina Tirkiyeyê bikin wesîleya pêngaveke demokratîk. Roj roja hesabpirsîna ji hêzên qetlîamker e. Roj roja rizgarbûna ji hikûmeta  AKP’ê û avakirina Tirkiyeya demokratîk e.”

Berdewama Pirsûs û Kobanê ye
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê êrîşên li Enqerê pêk hat şermezar kir û got ku êrîşa Enqerê wekî êrîşa Pirsûsê û komkujiya Kobanê ye.
Daxuyaniya PYD’ê wiha ye: “ Armanc hilbijartinên Tirkiyê paşxistin û li dijî hemû gelê meşandin terorîzmê  ye. Êrîşên hatin kirin li dijî têkiliya dîrokî ya di navbera gelê herêmê ye û bi vê yekê tê armanc kirin desthiladariya li Tirkiyê bidome.
Em wekî Meclîsa Giştî ya PYD’ê her du teqînên teroristyane bi tundî şermezar dikin, banga me ji hemû gelê Tirkiyê re ku hevgirtin, biratiya gelan û jiyana hevbeş a civakî zêdetir xurt bikin û bibin bendeke li dijî komên terrorist û hemû baskên wan. Em sersaxiyê ji malbatên cangoriyan re dixwazin û şifayê ji birîndaran re hêvî dikin.”

Hedef hewldanên aştiyê ye
Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)’ê jî diyar kir ku komkujiyên li bajarê Amedê, Pirsûsê û niha li Enqere heman şêwaz hatiye bikaranîn û wiha pê de çû: “ Ev şerê ku hikûmeta Tirkiyeyê îlan kiriye li dijî hewldanên aştiyane ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hêzên demokrasîxwaz in. Di encamê de ev tevlihevî û komkujî rû didin. Berpirsyariyê yekemîn ji vê komkujiya ku li Enqereyê rû daye jî hikûmeta Tirkiyeyê ye.
Em wekî endamên TEV-DEM’ê piştgiriya xwe di asta herî jor de bi aştîxwazên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê re dikin.”
MLKP Rojava jî bi daxuyeniyek ragihand kir ku komkujiya li Enqreyê, ji komkujiyên li Pirsûs û mîtînga li Amedê cuda nîne û got, “Berpirsyarê vê komkujiyê, bêşik û bêguman hikûmeta AKP’ê û dewlet e. Ev komkujî nîşan dide ku hikûmeta AKP’ê hikûmeteke şer e, şebekeyeke şer e û dewleteke kujer e.”
Yekîtiya Star komkujiya Enqerê şermezar kir û banga hesabxwestinê kir.

’Ders bidin zalim û zebaniyan!’
Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), derbarê êrîşa li Enqere ya heta vê demê nêzî 128 kes hatin qetilkirin daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Îro(doh) ji rojan 10’ê Mûharrema 680 ye. 10’ê Muharremê roja ku kurê Îmam Alî yê dibêje, “Tiştê ji bo edaletê herî ne baş, zalimtiya kesên ku dewletê îdare dikin e.” , neviyê Hz. Muhammed, Huseyîn li Kerbelayê bi poitika xwe ya dergûşê ve hatibû qetilkirin. Ji wê rojê heta vê rojê; cihê ku edalet û zagon lê nemaye zilmê destpê kiriye. Ji van cihan yek jî Mezopotamya û Anatolya ye. Ji van cihan yek jê duh Pirsûs, Cizîr, Şirnex bû. Îro jî paytexta Tirkiyeyê, Enqere ye.
Bi vê boneyê em bang li dostên xwe, mirovên mazlûm ên dilê wan ji bo aştî û azadiyê lê dixe dikin; bê ku vê hovîtiyê ji bîr bikin, di 1’ê Mijdarê de biçin ser sindoqan; ji bo dersê zaliman, Yezîdan bidinê divê zêdetir xebat çêbibin. Hezar carî bûyina mazlûm, ji careke bûyina zalim çêtir e.”
Di daxuyaniya Civaka Îslamî ya Kurdistan (CÎK) de wiha hat gotin: “Em qatilên mirovên sivîl û bêparastin ên li Enqereyê komkujiya hov û namerdî pêk anîn, kesên wan diparêzin, kesên piştgiriya wan dikin şermezar dikin. Kesên tên pelçiqandin, mazlûm divê li hember zilmê bi çar destan xwe bi têkoşîna aştî, maf û hiqûqê bigirin. Ger dixwazin xwe ji DAIŞ û plankarên wan rizgar bikin; divê mazlûm, karker, xwediyên baweriyên paqij û gelê Kurd van di 1’ê Mijdarê de ceza bikin. Xwedê kesê ku bûne sedema vê komkujiyê û piştgiriya wan dikin lanetê lê bibarîne. Ji birîndaran şîfa û şehîdan re ji xwedê rehmetê dixwazin, ji xizmên wan re jî sebrê dixwazin.”

24 kes hatin oxirkirin
24 kesên ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane ber bi bajarên xwe re hatin oxirkirin.
Piştî ku ji bo kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan merasîmek hate lidarxistin, cenazeyên ku nasnavên wan zelal bûne ji bajarên xwe re têne oxir kirin. Hate zanîn ku nasnavê 10 kesan nayê tespît kirin û karên tespîta cenazeyên 25 kesan jî berdewam dike. Ji ber ku 6 maseyên ji bo tespîtkirina nasnavan hatine danîn têr nekir, malbatan bertek nîşan da. Malbatan sloganên “Kujer Erdogan” berz kirin û diyar kirin ku dewlet him hezkiriyên wan dikuje him jî cenazeyên wan nade. 
24 kesên ku nasnavên wan hatine zelal kirin û ji bajarên xwe re hatine oxir kirin ev in:  Aycan Kaya (Êlih), Fevzi Sert (Edene Kozan), Hakan Dursun Akalın (Amasya), Uygar Coşkun (Çorum Akpınar Alaca), Muhammet Veysel Atilgan (Batman Kercews), Eren Akın (Meletî), Canberk Bakış (Meletî), Metîn Kurklu (Amasya Merzîfon), Kasım Otur (Meletî), Fatma Karabulut (Konya Cîhanbeylî), Kubra Meltem Mollooglu (Stenbol), Îdîl Guneyî (Bursa), Ercan Atsiz (Tekîrdag Çorlu), Şîrîn Kiliçalp (Konya Kulu Karcadag), Mehmet Hayta (Meletî), Alî Denîz Uzatmaz (Dîlok), Nevzat Sayan (Karaman), Bîlgen Parlak (Semsûr), Sarigul Tuylu (Gebze), Gazî Guray (Dersim)

 DÎHA/ENQERE