Valls di axaftina xwe ya li wir de gotibû, 20 hezar kesên tehlûke ne ji bo ewlekariya Fransayê, hatine qeydkirin, ji van 10 hezar ji DAIŞ´ê û komên radîkal in, yên mayî jî ji PKK, Tamîl û gelên din in.
'Ne bêhemdî be şaşiyeke mezin e'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîna PKK'ê ya li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê dimeşîne û hat gotin, "Gelê Kurd ê ku îro mexdûrê herî mezin ê terora DAIŞ'ê ye, pênasekirina wan weke xeterekê ji bo ewlekariya Fransayê, bilêvkirina navê PKK'ê û DAIŞ'ê li heman cihî, em û gelê Kurd gelekî êşandiye."
CDK-F´ê îşaret bi mexdûrbûna gelê Kurd ji ber terorê kir û weha dewam kir: "Lewma ev axaftina Serokwezîr Birêz Manûel Valls eger ne gotineke bêhemdî be, hingî şaşîtiyeke gelekî mezin e.” CDK-F´ê gotinên Valls weke heqaretê li dijî gelê Kurd bi nav kir û bi vê bangê dawî li daxuyaniyê anî: "Lewma em li bendê ne ku Serokwezîrê Fransayê Birêz Manûel Valls van gotinên xwe yên bêşensî vekişîne û rewşê rave bike."
PARÎS