Konseya Rêveber a KNK’ê êrîşa li dijî endamê Konseya Bilind a Kurd û Endamê Dîwana Serokatiyê ya Meclîsa Gel a Rojava (TEV-DEM) Îsa Huso bi tundî şermezar kir û kuştina Îsa Huso weke destdirêjiyeke kirêt a li ser Rojava bi nav kir.

KNK’ê diyar kir ku êrîş di demeke ku li paytexta başûrê Kurdistanê Hewlêrê amadekariya kongreya netewî tê kirin de pêk hatiye û wiha got: “Kuştina îsa Huso peyameke bi hêrs û nefretane ya dijminên Kurd û Kurdistanê ye. Kurd û Kurdistanî vê peyama neyaran red dikin, mehkûm dikin. Îsa Huso endamê Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistanê ye û kuştina wî kiryareke rêzê nîne û hemleyeke dijminane ya li ser avabûna Rojava ye.” KNK’ê ji malbata Îsa Huso, Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistanê, Meclisa Gel ya Rojavaya Kurdistanê, Partîya Yêkîtiya Demokratîk û hemû gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê sersaxî xwest.
Konseya Rêveber a KNK’ê wiha berdewam kir: “Em bangî Konseya Bilind ya Rojavaya Kurdistanê, YPG û asayişa Kurdistane dike ku kes û merkezên ev kiryara terorane kirî û Îsa Huso şehîd kirî bi her awayî vekolin û aşkera bikin ku bi rengekî huqûqî û dadyarî xwûna vî welatparêzê mezin li erdê nemîne.” KNK bangî hemû Kurd û Kurdistanîyan dike ku hemû hêz û imkanên xwe seferber bikin û li dora rojavayê Kurdistanê mertalekî parastinê yê neteweyî û welatî pêkbînin.” KNK bangî Herema Federal a Kurdistanê jî kir ku hemû der û dergehên li ser Rojava vekin û erkên xwe yên neteweyî û welatî bi cih bînin.

BDP: Suîqest li dijî gelê Kurd e

BDP’ê Suîqesta li dijî Endamê Desteya Bilind a Kurd Îso Huso bi zimanekî tund şermezar kirin. BDP’ê da diyar kirin ku, “ Suîqest li dijî gelê Kurd hatiye kirin” û bang li gelê Kurd kir ku têkoşîna Rojavayê Kurdistanê bilind bikin.
Navenda Gişti ya BDP’ê  girêdayî bûyera suîqesta ku li Qamîşlo yê ku Endamê Desteya Bilinda Kurd Îsa Huso bi jiyana xwe ji dest dayî de daxuyaniyek da.
Daxuyaniya ku suiqestê bi zimanekî tund şermezar dike wiha ye: “Endamê Desteya Bilinda Kurd û Endamê Serokê Meclisa Dîwama Rojava Îso Huso bi  bûyerekî suîqestê hat qetilkirin. Ev hovîtî di kesayeta rêzdar Îso Huso de li hemberî hemû gelê ku dixwaze rêveberiya xwe ya xweser ava bike û têkoşînek bi rûmet dimeşîne de pêk hat. Her çar parçeyên Kurdistanê heya niha li himberî êrişên wiha hovene û ne merdane herdem  berxwedan daye û wê berdewam jî bide. Em wekî BDP vê êrîşa bi hovaneya li ser Îso Huso pêk hatî bi nerfet şermezar dikîn. Di destpêkê ji malbatê re ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazîn û bi vê mabesê dîsan bang li hemû gelê xwe dikîn ku li têkoşîna azadiya gelê Rojava yê Kurdistanê xwedî derbikevîn.”  

Li dora Rojava bibin xelek

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), ji bo Endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso yê di encama sûîkasteke bombeyî de duh sibê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Sûriyeyê şerekî hemû nirxên mirovahiyê binpê dike, tê meşandin û hat gotin: “Hem rejîm hem jî hin çeteyên li mûxalefetê, hin çalakiyên li dijî huqûqa şer e, dimeşînin. Ev herdu hêz tevî ku li hemberî hev şer dikin, li dijî gelê Kurd jî djiminahiyê dikin. Vîna ku rêveberiya cewherî li rojavayê Kurdistanê ava kir û ji bo her beşên civakê jiyaneke bi hev re ya di nava demokrasiyê de afirand, hedefa van her du aliyan e.”
KCD’ê da xuyakirin ku êrîş li dijî vîna rêveberiya xwe bi xwe ya gelê Kurd e hatiye kirin û bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li derdora Rojavayê Kurdistanê bicivin. Di peyamê de wiha hat gotin: “ Gelê Kurd ê li her çar parçeyên Kurdistanê jî wê li dora Rojavayê Kurdistanê bibe yek. Rêbaza bingehîn a bersivdayîna li van êrîşan ev e. Wekî KCD, beriya her tiştî em vê êrîşa bi lanet şermezar dikin, di serî de malbata wî ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî van êrîşan li dora Rojava bicive û vê helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan bide.”

NAVENDA NÛÇEYAN