
Şirîkatiya dijminên şoreşê dikin
Mentîk têkildarî aliyên Kurd ku di muxalefat Sûriyeyê de tevlî Cenevre 2 bûne wiha got: “Ez bawerim ku sedema vê helwest û sekna van partiyên Kurdan yên dijayetiya şoreşa Rojava dikin û diçin bi muxalefeta Sûriyeyê re tevlî Cenevre 2 dibin ewe ku ji guhertinên stratejîk û siyasî yên li herêmê çêdibin fam nekirine. Ev nêzikatî û siyaseta wan jî ji ketina bin bandora dewletên herêmê tê. Bitaybetî jî ev aliyên siyasî yên Kurd ketine bin bandora dewleta Tirkiye. Tirkiye jî, ji aliyê me hemûyan ve baş tê zanîn ku ji destpêka şoreşe Rojava heta roja me ya îro ji bo ku şoreş û gelê Kurd ne gihije armanca xwe hemû leyistokên qirêj û lewazkirinê dike. Mixabin gelek aliyên Kurd jî van hêzên navnetewî yên ku naxwazin li Rojava statoyek netewî a Kurdan bê qezenç kirin jêre dibin alikar.”
Cenevre ya bê Kurd vala ye
Ji bo venexwedina Kurdan bi awayek serbixwe ji Cenevre 2’yê re Mentîk dîtinên xwe wiha anîn ziman; “Mmafê Kurdên Rojava ku bitaybetî jî di rojên borî de îlankirina Herêma Kanton a Cizirê a Xweseriya Demokratîk û Herêma Kanton a Kobanê ku wê di 27’ê Çileyê de bê kirin nebînin û nasnekin, Cenevre 2 jî wê weke Cenevre I pûç bibe û nagihe armanca xwe.”
Têkildarî îlankirina herêmên kanton li Rojavayê Kurdistanê Mentîk da zanîn ku ji bo gelê Rojava û pêşerojaya wê ya siyasî û nakirina wê di nav qada navnetewî de pêngavek dîrokiye û nêrînên xwe wiha bilêvkir; “Herêma Kanton a Cizirê û herêmên ku wê bên îlankirin li Rojavayê Kurdistanê ez bawerim wê bibe pêngava yekem a bingeh avêtina siyaseta netewî û dûrbûna ji berjewendiyên li ser bingehê partî û bîrdoziyên cuda. Îlankirina van herêmên kanton li Rojavayê Kurdistanê wê bibe pêngava avakirina Herêma Rojavayê Kurdistanê. ji bo vê jî divê piştgiriya sîstema xweseriya demokratik a herêmên wê yên kanton bê kirin.”
Divê Kanton bên bihêz kirin
Mentîk balkêşand ser xweseriya demokratik a Rojava û îlankirina herêmên kanton ku weke mînaka herî pêşketî ya demokrasî û bi hev re jiyankirina gel-baweriyên cuda dinirxîna û wiha pêde çû; “ Ev pêngavek destpêkê ye ji bo ku gel û baweriyên cuda li herêmê bikarin bi hev re jiyan bikin. ji bo hatina aştî û aramiya li herêmê û Rojavayê Kurdistanê pêngavek dîrokî û girînge. Wê ev sîstema demokratik ku hemû bawerî û netewên cuda dikarin cihê xwe di nav de bigrin bibe sedemê hatina aştiyê li herêmê û Rojhilata Navîn de.”
PDK piştgiriyê nake
Di dawiya axaftina xwe de Mentîk têkildarî helwesta partiyên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Herêma Kurdistanê a ji bo Şoreşa Rojava wiha axivi; “Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) ku partiya yekem ya Herêma Kurdistanê ye û şirikê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di gelek mijarên stratejîk de bi Tirkiyê re di nava tifaqê de ye. Siyaseta Tirkiye li herêmê cih bi cih dike. Lewma bi aweyek pir vekirî û aşkere piştgiriya Şoreşe Rojava û sîstema xweseriya demokratik nake. Hersê aliyên din yên dikevin herêma kesk herçendî ku piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava jî lê tu caran berjewendiyên xwe yên siyasî naxin metirsiyê de. Lewma heta niha bi awayek rasterast piştgiriya xwe a ji bo Şoreşa Rojava aşkere nekirine. Di vê derê de ya giring ewe ji Başûrê Kurdistan ji partiyên siyasî zêdetir gelê Başûr piştgiriya şoreşa Rojava dike.”
DÎHA/HEWLÊR