Hêzên YPG/YPJ'ê, ji bo bîranîna Şehîdên Hesekê, duh li Kobanê derketin operasyonê û di encama çalakiyên xwe yên bi bandor de 3 gund, 2 girên stratejîk rizgar kirin. YPG'ê diyar kir ku di operasyonê de herî kêm 48 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê, bîlançoya pevçûnên duh ên li Kantona Kobanê bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di roja 190. a berxwedana Kobanê ya di asta serketinê de dewam dike, hêzên YPG/YPJ'ê ji bo bîranîna Cangoriyên Hesekê li bejahiya Kobanê derketine operasyonê.

Navendê ragihandin ku di vê operasyonê de 3 gund û 2 girên stratejîk ên li rojhilatê Kobanê hedef hatin girtin û derbên giran li çeteyan hatin xistin. Li gorî daxuyaniyê, di encama operasyonê de gundên Kazan, Boxê û Til Xemer, girên stratejîk ên Kazan û Derfilît ji çeteyan hatin paqijkirin.


28 term di destê YPG'ê de ne 

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku di operasyonê de 43 çete hatine kuştin û tevî 28 termên çeteyan 14 kleş û 1.600 fîşekên kleşê, 6 BKC û 800 fîşekên BKC, 5 roketavêja B7, 1 Kannas, 1 Bruno, 23 bombeyên destan, 41 rext, 8 mayînên bi dest hatine çekirin, 1 bêtel, 10 çente amûrên tenduristî, wesayîteke leşkerî û hejmarek zêde amûrên leşkerî yên çeteyan, ketine destê YPG'ê.

Navendê ragihand ku hêzên YPG/YPJ'ê bi awayekî hemwext li hember komên çete yên li gundê Horêk xwe bi cih bûbûn çalakî pêk anîne û 2 wesayîtên çeteyan tevî çeteyên tê de hatine rûxandin.

Hat gotin ku topeke hawanê ya çeteyan di nava çeteyan de hatiye teqandin û 5 çete hatin kuştin.


Li Kantona Cizîrê şerê dijwar

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin li rojavayê Kantona Cizîrê di encama çalakiyên dijber ên YPG/YPJ'ê de herî kêm 6 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku berxwedana li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên ku di 23'ê Sibatê de li hember xeta sînor a rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin berdewam dike.

Navendê ragihand ku hêzên YPG/YPJ'ê yên pêşveçûna çeteyan sekinandine bi êrîşên xwe ya dij derbên giran li çeteyan didin û da zanîn ku duh bi şev li hemberî 5 gundên ku çeteyan weke baregeh bikar dianîn êrîşên hemwext lidar xistin.

Li gorî daxuyaniyê di êrîşa li gundê Til Mecdelê yê ser bi Til Temir'ê de çeteyek hatiye kuştin, çeteyek jî birîndar bûye.

Navendê da xuyakirin ku di encama êrîşa li hemberî gundê Til Hirmiz de 2 motorên çeteyan hatine rûxandin û 3 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di êrîşa li gundê Til Baz wesayîteke çeteyan a ku doçkakî 23 mm li ser bû hatiye rûxandin, lê hejmara windahiyên çeteyan nehatiye zelakirin.

Navendê ragihand ku hêzên YPG/YPJ'ê li gundê Til Goranê çeteyên çeper çêdikirin û li gundê Til Feyada jî çeteyên dixwestin mayînê bicih bikin, hedef girtine û di encamê de 2 çete hatine kuştin. 


 KOBANÊ/QAMIŞLO




Li Şengalê 2 çete hatin kuştin


Li Şengalê, di pevçûna navbera gerîlayên HPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê pevçûnên dawî yên li Şengalê de agahî da.

Navendê diyar kir, ku çeteyên DAIŞ'ê pêr saet di navbera 12:00 û 15:00 de li derdora taxa Berbirojê xwestin êrîşekê pêk bînin. Hat ragihandin ku hêzên gerîla bi êrîşê hesiyane û derbên giran li çeteyan dane. Li gorî daxuyaniyê di pevçûna li vê derê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin, 3 çete jî birîndar bûne.

Navendê da xuyakirin ku di sibeh a 24'ê Adarê saet di 07:00 de, li derdora taxa Sûka Jêr maşîneke çeteyan hedef hatiye girtin û hatiye derbkirin. 


 ŞENGAL