MIZGÎN HEMO-HENEN MIHEMED / ANHA/ŞEHBA

Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê xwe ji nû ve birêxistin dike. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker Efrîn dagir kir, bi taybetî êrişî civaka Êzîdî kir û cihên wan ên pîroz wêran kir. Yekîtiya Êzidî ya Efrînê li kantona Şehbayê bênavber xebatên xwe dimeşîne da ku ola xwe ji pişaftinê biparêze. Hejmara Êzidî yên ku li Şehbayê dimînin hezar û 700 malbat e. Ev malbat li gund û navçeyên Şehbayê belav bûne. Ji bo wan di nav Kampa Serdemê de li Til Sûsinê navendek hate vekirin. Ev navend ji 25 endamên jin û mêr pêk tê. Ji ber belavbûna êzidiyan di tevahiya gundên Şehbayê de, Yekîtiya Êzidiyan du navendên xwe li navçeyên Ehdas û Til Rifetê vekirin. Her wiha Yekîtiya Êzidî gelek komîte ava kirin; lihevanîn, jin, perwerde, ciwan, çand û huner, werzîş û ragihandin. Di saziyan de şênî heftê rojekê ji aliyên ideolojî, zanistî û olî ve têne perwerdekirin. Li gel vê semîner û perwerdeyên taybet bo rola jinê di nava civakê de li ser rêgeza fikrê demokratîk û mafên jinan têne dayîn. Li rex van Komîteya Çand û Hunerê jî hat avakirin. Mîna Koma Şengal, Koma Çivîka Zeredeşt û komên stranan. Ev kom heftê du rojan perwerdeyên xwe yên hunerî dibînin, beşdarî şahî û çalakiyên ku di kantona Şehbayê de li dar dikevin, dibin.

Me bersîva dagirkeriyê da

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Yekîtiya Êzidiyan Mistefa Nebo peyivî û got: “Ji bo çareke din ferman bi ser me de neyên em ji nû ve birêxistinkirina xwe xurt dikin. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi dagirkirina Efrînê re ne tenê hegemoniya xwe xurt bike di heman  demê de hewl dide fermana 73’an a li ser civaka Êzîdî bidomîne. Lê bi rêya jinûvexwebirêxistinkirinê me bersîva dagirkeriyê da.”