
Pêr bi şev saet 10:00´an artêşa Tirk piştî bombebaranê li Tepê Siro, Geliyê Reş, Kanîreş û derdora gundê Bermizê yê bajarê Diyanayê dest bi tevgereke dagirkeriyê kir. Bêdengiya PDK´ê dike ku mirov pirsa gelo haya PDK´l ji operasyonê hebû, ji xwe bipirse. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê jî li ser dagirkeriya artêşa Tirk a li herêma Xakurkê ya li Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG´ê di heman daxuyaniyê de ragihandin ku li Şemzînanê jî di çalakiya gerîlayan de 6 eskerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Hewldana dagirkirina Başûr
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê elaqedarî tevgera dagirkeriyê ya pêr bi şev de got, "14'ê Kanûnê saet 17:00´an, artêşa TC ya dagirker bi piştgiriya balafirên bê mirov, Geliyê Reş, quntarên Evdalkovî û Kanîreşê yên herêma Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê, bombebaran kir. Vê bomberdûmanê heta nîvê şevê dewam kir. Tevî bomberdûmanê, artêşa TC ya dagirker ji navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrgê, bi helîkopterên tîpa Skorsky eskerên xwe danîn nava axa Başûrê Kurdistanê û dest bi operasyona dagirkirinê kir. Operasyona ku li Tepê Siro, Geliyê Reş, Kanîreş û derdora gundê Bermizê yê bajarê Diyanayê tê kirin, hê jî dewam dike."
HPG´ê da zanîn ku ew ew ê agahiyên li ser tevgera dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, her ku bi dest ketin, bi raya giştî re parve bike.
Gerîla derbeke din li dijminê xwe xist
HPG´ê di heman daxuyaniyê de da zanîn ku 11'ê Kanûnê danê sibehê hêzên gerîla li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a ser bi Colemêrgê, dor li yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li dora Tepê Xwedê bi cih bûyî, girtiye û encamên çalakiyê jî wiha parve kirin: "Leşkerên dijmin heta wextekê hatin şopandin û saet di 09:40´an de hêzên me li wan dan. Ji cihekî nêz derbên xurt li yekîneyên dijmin hatin xistin û di encamê de 2 çeper hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de hêzên me çûn ser cenazeyên 6 leşkeran û çekeke BKC, zincîr û fîşekên vê çekê ji ser leşkerên hatin kuştin, rakirin."
Gelo PDK´ê pê dizanî?
Gundê Bermizê di rojên bihurî de jî ji aliyê balafirên şer ên Tirkan ve hatibû bombebarankirin, di bombebaranê de wesayîteke sivîl a gundiyan bûbû hedef û gundiyekî jiyana xwe ji dest dabû.
Bermizê di bin kontrola PDK'ê de ye û tê gotin ku bêyî agahiya PDK'ê artêşa Tirk nikare derbasî wê herêmê bibe.
Welatiyekî ji gundê Bermizê ku têkildarî mijarê axivî, diyar kir ku artêşa Tirk bi armanca dagirkeriyê derbasî heremê bûye û ev agahî dan: "Gundê me û ev herêm bi temamî girêdayî PDK'ê ne. Tiştekî ku heta niha li gundê me çêbûye, bêyî agahiya PDK'ê çênebûye. Artêşa Tirk bi helîkopteran esker danîn gundê me û derdora wê. Dîsa Deşta Heyatê ku li pêşiya gundê me ye bi helîkopteran, Çiyayê Sîro û derdora wî jî bi balafiran hatin bombebarankirin. Ez bawer nakim ku ev yek bêyî agahiyê pêk were. Heger agahiya PDK'ê tine be, divê nerazîbûna xwe nîşan bide."
ANF / BEHDÎNAN
Maşîna MÎT’ê li Kanîmasiyê hat rûxandin
Li herêma Kanîmasiyê ya Başûrê Kurdistanê, wesayiteke MÎT’ê hate rûxandin. Diyar nebû bê ka wesayit ji hêla kê ve hatiye rûxandin.
Li gorî jêderên ji cihê cih, doh sibehê saet qederê 08.00’an wesaîteke dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, li herêma Kanîmasiyê hate rûxandin.
Wesaîta ku li gundê Erkîşê yê ser bi herêma Kanîmasiyê, ku li ser sînorê Çelê yê Colemêrgê û bakurê Amediyê ye, a MÎT’ê ye. Lê zelal nebû, bê ka wesaît ji hêla kê ve hatiye rûxandin.
Her wiha diyar bû ku hêzên PDK’ê rêyên ku diçine herêmê girtine û destûrê nade ku kesek di wê rêyê re derbas bibe.