Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ya Mahabadê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Beriya niha bi 68 salan di 22'ê Çileya sala 1946'an de li Mahabadê bi pêşengiya Qazî Mûhammed, li meydana Çarçira Komara Kurdistanê hat ragihandin. Komara Kurdistanê di nava demeke ji 9 mehan de, di serî de rêxistinbûyîna jinê di gelek mijarên weke çapemenî, çand û perwerdeyê de pêşketinên gelekî girîng afirand. Komara Mahabadê bi taybetmendiya xwe ya gelparêz û demokratîkbûyînê re, ji bo tevahiya Kurdan bû cihê coş û hêviyê. Eger Komara Kurdistanê karibûya hebûna xwe dewam bikira, çarenûsa Kurd û Kurdistanê wê îro gelekî cuda bûya."

'Dersa herî mezin avakirina yekîtiyê ye‘

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Sekna parçeyî ya Kurdan, rewşa wan a bêrêxistinî û bê rêbertî ya ji yekîtiya neteweyî û siyasî dûr, Komara Kurdistanê bi tenê hiştiye û komar jî li pêşberî dewleta mêtînger a Îranê nekariye zêde li ber xwe bide, li meydana Çarçira cihê lê ava bû, di 17'ê Kanûna 1946'an de hilweşiya ye.  Gelê Kurdistanê, nê rûmetdarî û kêfxweşiya xwe ya bi ragihandina Komara Kurdistanê derket holê, ne jî hêrs û xemgîniya xwe ya mezin a ji ber hilweşîna komarê û darvekirina lîderên komarê Qazî Mûhammed, Abdulqasim Sadik Qazî û Huseyîn Seyîd Qazî ji bîr nekir. Dersa herî mezin a hemû rêxistin û komên Kurd ji Komara Kurdistanê derxîne, yekîtiya neteweyî ya Kurdan û birêxistinkirina hêzên leşkerî yên hevpar e. Di vê dema ku li Kurdistanê di asta dîrokî de pêşketin heye, yekîtiya neteweyî ya Kurdan û avakirina hêza leşkerî ya hevpar êdî mecbûriyeteke."

KCK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, di salvegera 68. a damezrandinê de hesreta azadî û demokrasiyê ya lîderên komarê Qazî Mûhammedan dide jiyîn û li çar parçeyên Kurdistanê bi pêş ve dibe. Bîranîn û hesreta wan wê bi Kurdistana azad û demokratîk bijîn."

ANF/BEHDÎNAN