Rojnamevan Îbrahîm Abbas ê ku li ser tora medyaya civakî rexne li malbata Barzanî kiribûn hat binçavkirin lê piştî zextên raya giştî hate berdan. Îbrahîm Abbas ê ku 4’ê Adarê di saet 01:30’ê şevê de ji aliyê hêzên asayişê yên girêdayî PDK’ê ve di encama serdegirtina malê de hat binçavkirin, hate berdan. Abbas ê ku bi hinceta li ser tora civakî rexen li malbata Barzanî kirbû hat binçavkirin, piştî ku hate berdan daxuyaniyek da û diyar kir ku bi saya zextên raya giştî hatiye berdan û got: “Spasiya her kesê/î dikim ku piştgirî dan min. Bi saya vê piştgiriyê hatim berdan.

Têkildarî Abbas medyaya PDK'ê bi nûçeyekê ragihand ku Abbas bi hinceta ku 'Bi telefonê ciranê xwe tengav kiriye' hatiye binçavkirin. Lê Lê belê hevjîn û birayê Abbas ên ku ji ANF'ê re axivîn ev îdîa derewandin û gotin: “Abbas ji ber fikrên xwe hatiye binçavkirin.”

Abbas ê ku demekê şêwirmendiya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî jî kirî, piştî di serdegirtina nîva şevê ya li ser malê de hate binçavkirin. Piştî vê yekê rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji bo berdana Rojnamevan Îbrahîm Abbas li ser tora medyaya civakî kampanyaya bi navê 'Freedom For Îbrahîm Ebas (ji bo Îbrahîm Ebas azadî) dabûn destpêkirin. 


ANF/KERKÛK