Têkildarî çalakiya li Vezneciler a Beyazîta Stenbolê tevgera Teyrêbaz ên Azadiya Kurdistanê (TAK)  girte ser xwe.  Di daxyuniya TAK’ê de çalakiya pêk hatî mîna bersivdayineke êrîş û hovîtiya li Kurdistanê tê meşandin hate binav kirin. Daxuyaniya TAK’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye: “Milîtanên TAK’ê careke din li dilê dewleta Tirk a faşîst xistin! Di 7’ê Hezîrana 2016’an saet di 08:40 de, me li hemberî polîsên li Beyazit a Stenbolê çalakiyek pêk anîn.

Tîma me ya tolhildanê ya Ş. Rojhat-Mûnzûr, ji bo bîranîna Ş. Asya li dijî şerê qirêj ê li Kurdistanê tê meşandin û li hemberî êrîşên hewayî, ji bo hilanîna tola gelê me ev çalakî lidar xist. Ev çalakiya bi rêbaza fedayî hat kirin, li dijî hemû êrîşên hovane yên TC ên li Nisêbîn, Şirnex û tevahiya Kurdistanê hatiye lidarxistin. Heta ku êrîş dewam bikin, çalakiyên me jî wê zêde bibin.”


Turîst hatin hişyar kirin

TAK’ê ragihand ku dewletê di vê çalakiyê de wendahiyên mezin dane û mîna çalakiyên din hewl daye wendahiyê xwe veşere û wiha hate berdewam kirin: “ Di vê çalakiyê de hejmareke zêde ya polîsan hatine kuştin. TC a mêtînger hewl dide hejmara miriyên xwe veşêre. Ji mirina sivîlan jî, AKP a faşîst a ku şerekî hovane li ser gelê Kurd ferz dike, berpirsyar e. Gelê Tirk ê ku bi bêdengiya xwe ve vî şerî erê dike, wê mexdûrê vî şerî be. Em careke din tûrîstên li Tirkiyeyê ne û yên dixwazin bên Tirkiyeyê hişyar dikin! Biyanî hedefa me nînin, lê belê Tirkiye ji bo wan welatekî ewle nîne. Dibe ku hinekan bêriya aştiyê kiribin, lê me hînê nû dest bi şer kirin!” 


 NAVENDA NÛÇEYAN