Li Serêkaniyê ev çend roj in şerekî dijwar li wir diqewime. Di vî şerî de gelek endamên komên çete ji hêla şervanên YPG’ê ve hatin kuştin. Heta niha nêzî 60 endamên komên çete yên birîndarbûne birine Tirkiyeyê û li vir tên demankirin. Komên çete yên ku ji şervanên YPG’ê derbên mezin dixwin direvin Tirkiyeyê. Wextê tengav dibin daxawziya agirbestê ji YPG’ê dikin. Komên çete piştî daxwaza agirbestê kir, careke din êrîşî gel kir. Hat ragihandin ku pevçûn li taxa Mehetê û nêzî riya Hesekê dijwar bûye. Li gorî agahiyan, komên çete bi çekên qernasan nava bajar gulebaran dikin û ji ber van gulebaranan 5 sivil birîndar bûne.

Komên çete bi piştgiriya Tirkiyeyê êrîşî gelên rojavayê Kurdistanê dikin. Li bajarê Serêkaniyê, şerê ku di 12’ê kanunê bi êrîşa komên çete re di navbera van koman û hêzên YPG’ê de destpê kiribû, hinek rawestiya, lê rewşa şer didome. Hate ragihandin ku komên çete tenê li 2 cihên bajar mane û daxwaza agirbestê kirine, lê YPG’ê bersiv nedaye. Piştî vê daxwazê careke din êrîşî gel kirin. Ev feraseta ku komên çete dimeşîne gelekî dişibe feraseta AKP’ê. AKP jî li bakurê Kurdistanê êrîşî gel û gerîlayên HPG’ê dike. Wextê ku derbên mezin ji HPG’ê dixwe vê carê daxwaza agirbestê dike. Niha jî komên çete jî heman ferasetê dimeşîne.
Li Serêkaniyê şerê şervanên YPG’ê yê bi komên çete re didome. Di şerê ku zêdetir li taxên Mehetê, Ebra û li ser riya Hesekê dijwar bû de, gelek cihên ku komên çete wekî biryargeh bikar dianîn ketin destê YPG’ê. Hinek navêndên van koman ên hatine bidestxistin, alên Tirkiyeyê hatin dîtin û gelek alavên din hatine desteserkirin.  Der barê hejmara kuştî û birîndaran de heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatine dayîn, lê tê gotin ku komên çekdar gelek kuştî û birîndarên xwe birine Serêkaniya Rihayê. Rayedarên YPG’ê jî diyarkirin ku di şerê heta niha de şervanekî wan ê bi navê Goran Dêrik jiyana xwe ji dest daye û 3 jî bi sivikî birîndar bûn.
Agahiyên ku ji rayedarên YPG’ê hatine girtin, komên çete piştî şerê dijwar ku gelek tengav bûn, banga agirbestê kirin. Lê heta niha YPG’ê tu bersiv nedaye van komên çete. Tenê ji bo ku ev kom kuştiyên xwe rakin, rewşek bê pevçûn heye.
Herî dawî 15 çeteyên din ên di şer de birîndar bûne bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê û li wir tên darmankirin.  Hat hînbûn ku rewşa 4 kesan giran e û sewqî nexweşxaneyên din hatin kirin. Di pevçûnên ji 12'ê kanunê hate niha destpêkirin de zêdehî 60 çeteyên birîndar anîn Serêkaniyê. Heta niha 5 endamên komên çete yên birîndar li nexweşxanê mirine. 

Ji bo Goran Dêrik merasîm
Cenazeyê şervanê YPG’ê Goran Dêrik ku li Serêkaniyê di şerê 12’ê Kanunê yê bi komên çete re de jiyana xwe ji dest dabû, birin Navenda Tenduristiyê ya Dirbêsiyê.  Cenazeyê Dêrik ji hêla hezaran kesî ve hat wergirtin. Di dema wergirtina cenaze de rayedarên YPG û TEV-DEM’ê, hevalên Goran Dêrik, Serokê Meclîsa Gel a Dirbêsiyê Numan Erebo jî amade bûn.  Girse heta derveyî bajar meşiyan. Piştî meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn, cenaze li wesayîtê hate siwarkirin û bi karwanek ku ji sedan wesayîtan pêk tê, ber bi Amûdê ve hat birêkirin. Cenazeyê Dêrik bi awayekî girseyî li Goristana Şehîd Xebat a Dêrikê bê definkirin. 

SERÊKANIYÊ