Sezaî Temellî :Em ê di vê hilbijartinê de, carek din hêza xwe nîşanî desthilatdariya kedxwar bidin. Werin em dengê xwe bidin demokrasî û aştiyê. Ez hêvî dikim ku piştî 23’yê Hezîranê, wê têkoşîna demokrasiyê bi hêztir bibe. Ev wê rêya we veke û hûnê ronî bibin.

Ji bo hilbijartina Stenbolê ku wê di 23’yê Hezîranê de pêk were dem hindik ma. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlementerên pê re, li kargeheke tekstîlê ya li navçeya Gungorenê bi karkeran re civiya. Temellî li kargehê geriya û hemû karker yek bi yek silav kir. Temellî, di hevdîtinê de axaftinek kurt kir û got: “Ez ne xerîbê bêhna kargehê me. Bavê min û dayika min karkerên tekstîlê bûn. Dema ez biçûkbûm bi bavê xwe re dihatim kargehê. Ez jî kedkarê zanistê me. Hûn tenê cilekê nadirûn. A rastîn hûn Tirkiyeyê hildiberînin. Hemû kar û barê vî welatî li ser pişta karker û kedkarane. Mixabin li vî welatî bêedaletiyeke mezin heye. Divê em dawî li vê bêedaletiyê bînin. Ev yek di destê me de ye.

Herî zêde keda jinan tê xwarin

Weke hûn jî dizanin HDP partiya jin, kedkar, emekdar û ciwanan e. Ez ji vê derê dibînim. Piraniya xebatkaran jin in. Lê li Tirkiyeyê herî zêde keda jinan tê xwarin. Dîsa piraniya xizanan jin in. Em hemû bi hev re dikarin dawî li vê yekê bînin. Ji ber vê ji hemû kedkaran re dibêjim, werin gel hev û dawî li vê bêmafî û bêedaletiyê bînin. Dengê xwe derxin. Ger hûn dengê xwe dernexin, tênekoşîn û di nava vê têkoşîna mafdar de cih negirin, wê dîsan keda we bê xwarin. Êdî wê her roj bê xwarin.”

Nikarin bi rê ve bibin, kedê dixwin

Temellî, rêjeyên bêkarî yên hatin aşkerekirin jî nirxand û got: “Di nava salekê de bêkarî ji sedî 14.1 zêde bûye. Gefa bêkariyê li ser we, weke senaryoyên tirsê bikar tînin. Yên ku polîtîkayên wan ên îstîhdamê tuneyî, niha çav berdane tezmînata qidem a kedkaran. Ji ber ku nikarin aboriyê bi rê ve bibin, kedê dixwin. Karê nelirêtiyê dewam dikin û berdêla vê jî, bi gel û kedkaran didin. Dema ku em dibin em nadin, wê demê serê li polîtîkayên şer û tundiyê û dijminantiya Kurdan didin.”

Dengê xwe bidin demokrasî û aştiyê

Sezayî Temellî, bal kişand ser hilbijartina Stenbolê ya nêz dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hilbijartin tenê hilbijartina serokê şaredariyê nîne. Em ê di vê hilbijartinê de, carek din hêza xwe nîşanî desthilatdariya kedxwar bidin. Werin em dengê xwe bidin demokrasî û aştiyê. Ez hêvî dikim ku piştî 23’yê Hezîranê, wê têkoşîna demokrasiyê bi hêztir bibe. Ev wê rêya we veke û hûnê ronî bibin. Ez di kar û xebata we de serkeftinê dixwazim. Serkeftîbin.”

Dengê xwe bidin namzetê demokrasiyê

Alîkarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Azad Bariş jî der barê hilbijartina Stenbolê ya wê di 23’ê Hezîranê de bê nûkirin axivî û got:“Ji bo avakirina aştiya civakî, welatekî hevpar û komara demokratîk, em xebatan bi rê ve dibin. Em ê tu carî dengê xwe nedin namzetên ku li gorî van nirxan tevnagerin. Piştî hilbijartina 31’ê Hezîranê qeyûm tayînê  Şaredariya Stenbolê kirin. Gelek caran me ev rewş dît. Herî dawî qeyûm tayînê 6 şaredariyê me qezenckirî kirin. Girseya me di van mijaran de pir hesas e. Em baş dizanin ku ev hilbijartin, ji bo sererastkirina Tirkiyeyê ye. Ji bo vê em ê qezenc bikin. Ji ber ku namzetê demokrasiyê heye. Ji bo demokrasiyê em ê deng bidin Îmamoglû.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN