Di nava sîstema me ya rojê de kevirê ji derveyî sîstemê hatî û mêvan e, yê tê zanîn ê pêşî ‘Oumuamua ye. Dibe ku destpêka wî yeka gelekî dijwar be. Ev kevirê hanê yê şiklê wî ecêb, cara pêşî Cotmeha 2017’an hatibû dîtin. Li gorî lêkolîneke nû, gava ku du stêrk di nêzîkî hev re bihurîne, ‘Oumoumou ji dora yekê ji wan bi hêza kêşanê ji stêrka xwe hatiye qutkirin û bê ser û ber firiye nava fezayê. Bi vê teoriyê mirov hinekî dikare ecêbbûna ‘Oumuamua jî fêm bike. Mesela şiklê wê yê dirêj weke çixareyekê (belkî dewisandî jî be). Berê di objeyên fezayê yên bi vî şiklî de nehatibûn dîtin. Bi ser de jî, gava ew di ber me re bihurî, wê ti nîşanên bilezbûna hêza kêşanê nîşan nedan. Hereketeke welê dibe, heger objeyek weke keştiyeke fezayê hatibe hereketkirin. Hem ev yek û hem jî forma wê ya ecêb dibe ku ji ber di nêzîkî hev re bihurîna du sîstemên stêrkan çêbûbe. NAVENDA NÛÇEYAN
Bersiveke nû ji bo pirsa ‘Oumuamua ji ku ve tê