FEHMİ KATAR / BERLÎN


Di rûniştina doza siyasetvanê Kurd Hidir Yildirim de qirrkirina Dêrsimê û ya Elewiyan û desteka dewleta Tirk dide DAIŞ´ê hat minaqeşekirin.

Doza siyasetvanê Kurd ê ku dewleta Elman ew rehîn girtiye, Hidir Yildirim ê 48 salî li Berlînê dewam dike. Yildirim ji ber xala qanûna qaşo li djî terorê ya 129 b tê dadgehkirin. Li gorî texmînan Yildirim ji ber ku navê wî di lîsteya Tayyip Erdogan dayî hikûmeta Tirk de heye, hatiye girtin. Di rûniştina doza siyasetvanê Kurd ê Dêrsimî Hidir Yildirim de doh bi daxwaza parêzeran etnolog Peter Bumke li ser lêkolîneke li ser Elewiyan agahî dan. Bumke behsa hevdîtinên xweyên salên 1970´yî û amadekirina belgefilmeke li ser Dêrsimê kir.


Mazlum Dogan û Sakîne Cansiz

Bumke got, kesên ku hingê polîstîze bûyî, bi pirranî ketin zindanan û mînakên Mazlum Dogan û Sakîne Cansiz dan û got, „Ev her de kes paşê veguherîn sembolên berxwedanê ji bo Kurdan.” 

Bumke behsa qirkirina bi destê dewleta Tirk a sala 1938´an kir û got, ji vê birrînê hîna jî xwîn diçe û wiha dewam kir: “Ev trawma hîna jî di mejiyê miletê Dêrsimê de cihekî mezin digire. Li Dêrsimê mirovek nîne ku kesek ji mala ji aliyê dewletê ve nehatibe kuştin, êşkence lê nehatibe kirin, nehatibe girtin.”


Gerîla dike ku baweriya wan bi wan bê

Bumke got, ciwan bi nerazîbûna ji dewletê û bi Elewîtiya xwe tevlî nava refên gerîlayên PKK´ê bûne, û wiha dewam kir: “Dema tevgera gerîla xurt bû, zexta dewletê jî zêde bû, ambargo danîn ser Dêrsimê. Êdî ji bo xwardemeniyên mîna şekir, şîr, ard jî destûr nedihat dayîn. Ji ber vê yekê gelek kes koçber bûn. Ya rastî dewleta Tirk bi darê zorê xelk koçber kirin.”

Bumke îşaret pê kir ku ew careke din bi wan mirovên beriya 40 salan re peyiviye û dîtiye ku gerîla baweriya wan xurt dike. Li ser mijarê Bumke got, “Dêrsimî bi hebûna gerîla xwe ewle hîs dikin. Ew difikirin ku qirkirineke mîna 38´an wê êdî ne mumkin be. Heger dewlet xwe li tiştekî wiha biqewimîne, ew difikirin ku gerîla wê wan biparêze.”


Qirrkirina çandî heye

Paşê ji Hidir Yildirim fikra wî li ser qirkirina Dêrsimê û bendavan hat pirsîn û got, “Armanca bendavan ew e ku têkiliya gundan bi hev re û bi bajêr ve qut bike û pê re jî peywendiya gundiyan bi gerîla re qut bike.”

Yildirim bendavên li ser Munzirê tên plankirin bi giştî ji ber ku pîrozên Elewiyan û Dêrsimê binav dikin, weke qirkirina çandî bi nav kir.

Li ser daxwaza parêzerên Hidir Yildirim paşê li vîdeoyên nîşan didin Tirkiye çawa destekê dide DAIŞ´ê hatin temaşekirin. Rûniştina dozê paşê hat paşvexistin û wê 4´ê Kanûnê dewam bike.